Heyva Sor a Kurdistanê 500 hezar Euro şand Şirnexê
Heyva Sor a Kurdistanê di van şert û mercên zehmet de gelê Şirnexê bi tenê nehişt. Ji bo bicihanîna pêdiviyên jiyanê 500 hezar Euro şand Şirnexê.
Heyva Sor a Kurdistanê di van şert û mercên zehmet de gelê Şirnexê bi tenê nehişt. Ji bo bicihanîna pêdiviyên jiyanê 500 hezar Euro şand Şirnexê.
Wek tê zanîn ji ber êrîşên dewleta Tirk li navenda bajarê Şirnexê bêtirî 9 tax bi temamî hatin rûxandin.
Ji ber van êrîşan her wiha gelek kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 4 hezar û 900 malbat neçarî jiyana koçberiyê bûn.
Bi hatina demsala zivistanê ya dijwar re, zor û zehmetiyên xelkê Şirnexê zêdetir bûn.
Ji ber vê yekê, Saziya Heyva Sor a Kurdistanê bi ragihandina kampanya alîkariya lezgîn, hewl da bibe bersiva hêvî û daxwazên xelkê Şirnexê.
Wek gava pêşî ya vê kampanyayê, Heyva Sor a Kurdistanê beriya niha 500 hezar Euro, 30 hezar dolar û 25 hezara Frankên Swîsreyî şandibûn.
Di çarçoveya heman kampanyayê de, Heyva Sor a Kurdistanê beriya çend rojan 500 hezar Euroyên din gihand xelkê Şirnexê.
Li aliyê din, di encama kampanya 'xwedîderketina malbatan a li hev' de, heta niha alîkarî ji bo 865 malbatên Şirnexê re tê şandin.
Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê da zanîn ku ew ê hemû derfetên xwe ji bo alîkariya xelkê Şirnexê bikar bîne û banga hestiyariyê li tevahiya Kurdistaniyên Ewropa û cîhanê kir.