Heyeteke ji Norwêcê çû serdana Yagiz

Li ser navê saziya civakî ya Solîdarîtet Med Kurdî Stan heyetek çû serdana Nasir Yagiz ê ku li Hewlêrê di greva birçîbûnê de ye. Heyetê di serdanê de piştgiriya xwe ya ji Yagiz re diyar kir û nameyek da Yagiz.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, endamê HDP’ê Nasir Yagiz 103 roj in li Hewlêrê di greva birçîbûnê de ye.

Îro li ser navê saziya civakî ya Solîdarîtet Med Kurdî Stan heyetek çû serdana Nasir Yagiz.

Di serdanê de hate diyarkirin ku li ser daxwaza taybet a saziyan ew hatine serdana Yagiz. Heyetê diyar kir ku ew piştgiriyê didin hemû çalakgerên greva birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi çalakiyê kirine.

Li ser navê heyetê ev daxuyanî hate dayîn:

“Em enternasyonalîstên Ewropayê piştgiriyê didin çalakiyên greva birçîbûnê û em hatin serdana Nasir Yagiz. Em dibînin ku Yagiz 103 roj in di çalakiyê de ye, lê coş û moralê wî gelekî baş e. Ev çalakî rewa ye. Em heta dawiyê piştgiriyê didin van çalakiyan.”

Lîda Weerts a ku di nav heyetê de cih digire, diyar kir ku “Welatên Ewropayê bi tenê li berjewendiya welatiyên xwe difikirin. Gelo ev welatên Ewropayê yên ku dibêjin em mafên mirovan diparêzin, ka li ku ne?"

Nasir Yagiz ê ku di çalakiya greva birçîbûnê de ye, wî jî got ku, “ Li ser Rêber Apo 21 sal in tecrîd heye.Bi hezaran sal in Kurdistan hatiye dagirkirin û Kurd tên qetilkirin. Gelo welatên Ewropayê ên ku dibêjin em demokrasî û mafên mirovan diparêzin, ka li ku ne?”

Heyetê piştre li ser navê saziyên xwe nameyek dan Yagiz.