Heyetek ji Tevgera Azadî çû Bexdayê
Heyetek ji Tevgera Azadî ji bo hevdîtinê bi Koalîsyona Saîrûn re çêbike, çû Bexdayê.
Heyetek ji Tevgera Azadî ji bo hevdîtinê bi Koalîsyona Saîrûn re çêbike, çû Bexdayê.
Heyetek ji Tevgera Azadî, ji bo mijara girtina navend û buroyên xwe bi Koalîsyona Saîrûn re binirxîne, danê sibehê çû paytexta Iraq Bexdayê.
Di nava heyetê de Hisên Kerkûkî, Nerîman Ehmed, Ronak Mecîd û Parlamentera Tevgera Azadî ya Iraqê Yûsra Receb hene.
Heyet wê îro bi rayedarên Koalîsyona Saîrûnê re hevdîtinê bike ku lîderê wê Muqteda El Sadr e.