Heyeta referandûmê li Bexdayê dest bi civînan kir

Heyetek ji Başûrê Kurdistanê ji bo ku referandûmê gotûbêj bikin çû Bexda û dest bi civînan kirin.

Li Başûrê Kurdistanê tenê çend seat ji bo referandûma ku di 25’ê Îlonê de were kirin re maye, heyetek ji Hewlêrê ji bo hevdîtinan bi hikûmeta navendî re bikin çû Bexdayê.

Heyeta ku ji Nûrî Şawêys, Fûad Hisên yên PDK’yî, Berdevkê YNK’ê Sedî Ehmed Pîre, Mihemed Ehmed, Romya Hekari, Viyan Dexîl û nûnerên Asûrî, Keldanî û Tirkmenan pêk tê, civîna destpêkê bi Serokkomarê Iraqê Fûad Masûm re pêk anî.

Tê payîn ku heyet piştre bi Hevkariya Netewî ya Şîî û berpirsên hikumeta navendî ya Iraqê re hevdîtinan pêk bînin.