Heyeta Qendîlê: Dibe ku em biçin Bexdayê

Hevşaredara Qendîlê Gulale Osman got, "Em li benda bersiva parlamentê ne. Eger parlament helwesta li dijî dagirkeriyê nîşan nede, em ê biçin Bexdayê."

Hevşaredara Qendîlê Gulale Osman li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi navê gelê Qendîlê doh çû Hewlêrê û hevdîtin li Parlamenta Herêmê kir.

Heyeta Qendîlê doh ji aliyê sekreterê parlamentê ve hate pêşwazîkirin. Heyetê daxwazên gel radestî parlamentê kir.

Gulale Osman li ser hevdîtinên li parlamentê got, "Li parlamentê di hevdîtinan de bersivek ji me re nehate dayin. Me daxwazên xwe pêşkêş kir, wan jî gotin wê ji hikumetê re ragihînin. Di hevdîtinê de soz ji me re nehate dayin ku li dijî dagirkeriyê rûniştineke taybet bê kirin. Tenê soz hate dayin ku heyetek ji parlamentê wê serdana gundên Qendîlê bike. Hate ragihandin ku ev heyet wê gundên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine bombekirin ziyaret bike.

Me berê jî daxwazên xwe ji parlamentê re ragihand, lê belê encamek jê negirt. Em ê vê carê bi biryardarî li ser daxwazên xwe bisekinin.

Ji ber ku parlamente nûnerê gelê Herêma Kurdistanê ye, me daxwazên xwe yekser jê re ragihand.

Eger parlamenta herêmê helwestê nîşan nede em ê serî li Parlamenta Iraqê bidin."