Heyeta HDP û KCD’ê çû serdana YNK’ê

Heyeta HDP û KCD’ê li Silêmaniyê çû serdana rayedarên YNK’ê.

Heyeta HDP û KCD’ê di çarçoveya serdanên xwe yên li Başûrê Kurdistanê çû serdana Polîtburoya YNK’ê.

Heyet ji aliyê Berdevkê YNK’ê Letîf Şêx Omer, endamên polîtburoya YNK’ê Hakim Qadir, Rizgar Elî, Endamê Konseya Rêveberiya YNK’ê û Parlementerê YNK’ê Bîlase Cebar Ferman ve hate pêşwazîkirin.

Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî hate kirin.

Hate hînbûn ku wê heyet biçe serdana Tevgera Goran û Tevgera Nifşê Nû jî.