Heyeta HDP’ê gihişte herêma ‘Qedexe’ kirî

Ji heyetê Parlemeterê HDP’ê Mûsa Farîsogûllarî yê berê xwe da Hezro ya hatî ‘qedexe’kirin got: “Jiyana welatiyên li gund di bin metirsiyê de ye. Dar û tenûrên li pêşiya malan jî hatiye hedefkirin.”

Di kêliya operasyon diqewimî walîtiya Amedê li herêmê “qedexeya derketina kolanan” îlan kir. Li ser agahiya şer û qedexeyê Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Remziye Tosun, Selçuk Mizrakli, Musa Farîsogûllarî, Hevserokê HDP’a Amedê Mehmet Şerîf Çamçi û rêveberên HDP’ê ji bo li gund lêkolînê bikin çûn gund. Heyetê lêkolînan pêk anî.

GUNDIYAN VEGOTIN

Gundiya anîn ziman ku beriya operasyonê SÎHA li esmanan geriyan, di destê sibehê de jî li ser girên derdor bi helîkopteran leşker hatin danîn, dîsa li jêra gund wesayîtên zirxî hatin bicihkirin.

Yek ji gundiyê kuji ber ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike wiha behsa tiştên li gund qewimîne kir: “Berdestê sibê em bi dengê helîkoptêran şiyar bûn. Piştî demek kurt li binya gund herî kêm 5 helîkoptêran herêm gulebaran kir. Piştre jî bi wesayîtên zirxî gulebaran kirin. Bi helîkoptêran leşker li jor û jêra gund danîn. Me bi tirs li şer temaşe kir. Ewlehiya canê me nîne, em di bin talûkeyê de bû. Di wê saetê de em li baxçeyê xwe bûn. Şansê me hebû tiştek bi me nebû.”

FARÎSOGÛLLARI: HETA TENÛR JÎ HATIBÛN HEDEFKIRIN!

JI heyetê Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Musa FarÎsogÛllari daxuyaniyek kurt da û got: “Jiyana gundiyan di bin talûkeyê de bûye. Hovîtiyek li gund pêk hatiye. Mal, dar û tenûran gulebaran kirin e. Nêzî 6-7 saetan şer dewam kiriye. Ji ber şerê dijwar me di rûyê gundiyan de tirs û xofek mezîn dît.”