Hewlêr û Bexdayê li hev kirin

Aloziya li ser sînor û deriyên sînor a navbera rêveberiyên Hewlêr û Bexdayê bi lihevkirinê qediya.

Piştî şerê li Zumar, Rebîa û Mexmûrê, di navbera rayedarên artêşa Iraqê û ji fermandariya eniya Gîver, Mexmûr û Mûsilê ya hêzên Pêşmergeyan Sîrvan Barzanî de hevdîtinan dest pê kiribûn. Hat ragihandin, di encama hevdîtinên du rojan de li ser sînor, deriyên sînor û gelek mijarên din li hev hatiye kirin.

Hevdîtin li Mûsilê pêk hat û di hevdîtinê de rayedarên leşkerî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî amade bûn. Di hevdîtinê de biryar hate dayin, ku sînorê îdarî yê Başûrê Kurdistanê wê sînorê navbera Pêşmergeyan û hêzên leşkerî yên Iraqê be.

Di hevdîtina duyemîn de jî, li gorî peymana hate mohrkirin wê li herêmên Mehmûdiye, Sihêla, Şêxan, Fayde, Elqoş, Giwêr, Meqlob û Xazirê yên li derveyî sînorê îdarî yê Başûrê Kurdistanê ne û di bin kontrola Pêşmergeyan de ne, hêzeke hevpar bê avakirin.

Hewlêr û Bexda wê bi hev re van herêman bi rê ve bibin. Ewlekariya wan jî wê ji aliyê hêzeke hevpar ve bê kirin. Hat ragihandin ku di hevdîtinan de li ser mijara deriyê sînor ê Sêmalka (Pêşxabûrê) jî li hev hatiye kirin. Li gorî vê yekê, tevî hêzên Pêşmergeyan wê leşkerên Iraq û DYA jî li herêma deriyê sînor bin.

Der barê mijara rêvebirina deriyên sînor û balafirgehan de jî biryar hate dayin ku wezaretên karên hundir û maliyeyê di çarçoveya destûra bingehîn de çareseriyekê peyda bikin. Li gorî agahiyan, di hevdîtinan de rayedarên Heşdî Şabî nebûn û peyman tenê bi heyeta Iraqê re hatiye kirin.