Hewldana ji bo Tifaqa Kurdistanî wê komîsyoneke hevpar ava bike

Hewldana ji bo Tifaqa Kurdistanî biryar da ku komîsyoneke hevpar ava bike.

Hewldana ji bo Tifaqa Kurdistanî ku Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Azadî, Komeleya Kurd a Demokratîk Şorşger (DDKD), Partiay Mirov û Azadiyê (PÎA), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Platforma Demokratên Kurdistanê (PDK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye di nav de ne, bi civîna dawî ya 12'ê Adarê re biryareke nû da.

Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek, Berdevkê Partiya Azadî Ayettûllah Aşîtî, Serokê Giştî yê PÎA'yê Mehmet Kamaç û Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn û diyar kirin ku ji bo kar di bin sîwanekî de bê meşandin biryar hate dayin ku komîsyoneke hevpar bê avakirin.

'DESTPÊKA PÊVAJOYEKE NÛ'

Çîftyurek anî ziman ku di civînê de wan bernameya Newrozê, karên ji bo zimanê dayikê û yekîtiya neteweyî nirxandine û diyar kir ku di demeke nêz de wê ji bo Tifaqa Kurdistanî komîsyonek bê avakirin. Çîftyurek got, "Em ê piştî 21'ê Adarê li hev bicivin."

Berdevkê Partiya Azadî Ayettûllah Aşîtî jî ragihand ku di encama karê 2 salan de yekemcar biryareke şênber hate standin. Aşîtî bal kişand ser girîngiya komîsyona bê avakirin û destnîşan kir ku yekîtî wê ji bo Kurdan bibe destpêka pêvajoyeke nû.

'TIFAQ BI GEL RE DIBE'

Serokê Giştî yê PÎA'yê Mehmet Kamaç diyar kir ku civîn ji aliyê esas û rêveçûnê ve girîng e û got, "Dema bê ji bo yekîtiya neteweyî wê gavên girîng bên avêtin. Tifaq tenê bi teorîk an jî li dora maseyê nabe, li derve, di pratîkê de bi gel re dibe."

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier jî got, "Heta ku yekîtiya neteweyî pêk neyê, kes nikare qala azadiyê bike."