Hevserokên HDP'ê û DBP'ê hatin destgîrkrin
Polîsên Tirk li Wanê bi ser malan de girtin, hevserokên bajêr ên HDP'ê û DBP'ê destgîr kirin.
Polîsên Tirk li Wanê bi ser malan de girtin, hevserokên bajêr ên HDP'ê û DBP'ê destgîr kirin.
Polîsên Tirk vê sibehê li Wanê bi ser malan de girtin û hevserokê HDP'ê Umît Dede, Hevserokê DBP'ê Okkeş Kawa, rêveberên bajêr ê HDP'ê Handan Karakoyun, Hevseroka Navçeya Payizava Sînem Malal û 2 kesên din destgîr kirin.
Hate gotin ji ber sedema ku êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar kirin, hatine destgîrkirin.