Hevserokê MEBYA-DER’ê: Divê cenazeyan bidin malbatan

Hevserokê MEBYA-DER’ê Şeyhmûs Karadag diyar kir ku ligel nimûneyên DNA’yê hatiye dayin jî malbat nikarin cenazeyan werbigirin û xwest cenaze teslîmî malbatan were kirin.

Komeleya Piştevanî, Yekitî û Çandê ya Alîkariya Kesên Xizmên Xwe Di Dergûşa Şaristaniyan De Winda Kirin (MEBYA-DER) derbarê nedayîna cenazeyên endamên PKK'ê yên ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezana Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Endam û rêveberên MEBYA-DER û malbata Îsmaîl Dag ê PKK'yî beşdarî daxuyaniyê bûn.

Destpêkê Hevserokê MEBYA-DER’ê Şeyhmûs Karadag diyar kir ku bi sala ne hin malbat ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin ji bo DNA’yê xwîn dane lê tu encamê bi dest naxin û wiha got: “Malbat bi mehan bi salan ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin serî li saziyên rayedar didin û li benda encamên DNA’yê disekinin. Malbat dixwazin hestiyên zarokên xwe werbigirin ku goreke wan çêbibe. Ji ber vê yekê malbat serî li saziya me jî didin. Em jî bang dikin dibêjin dest ji gorên me berdin, cenazeyên me parçe nekin, cenazeyên me di morgan de nehêlin. Cenazeyên zarokên malbatan teslîm bikin. ”

Piştre Bavê Îsmaîl Dag (Cemşîd) ê PKK’yî ku cenazeyê wî ji Goristana Xerzanê ya li Gundê Oleka Jor ya Bedlîsê hatibû derxistin û ji bo lêkolînkirina Tiba Edlî biribûn Stenbolê, Zekî Dag axivî.

Dag da zanîn ku pêvajoya hiqûqî ya ji bo cenazeyê lawê xwe û wergirtinê dane destpêkirin û wiha axivî: “Me ji bo destpêkirina pêvajoya hiqûqî daxwaznameyek da Serdozgeriya Bedlîsê, lê me tu encam negirt. Me ji bo DNA’yê xwîn jî daye. Em dixwazin goreke lawê me hebe, her êvarê îna em werin ser dia bixwînin. Gava ku em gorên Kîlyosê dibînin wek malbat zêde pê diêşin. Dibêjin di gorên bêkesan de ne lê ne bê kes in. Ez bav im doza hestiyên xwe dikim ku em bînin goristaneke wiha de veşêrin. Me testa DNA’yê du meh û nîve daye lê hêj derneketiye. Em dixwazin encama DNA’yê rojek berî rojekê derkeve û cenazeyê me bidin me."