Hevserokê HDP’ê yê Hewagê hate girtin
Hevserokê HDP’ê yê navçeya Hewag a Rihayê Omer Yildirim ê di operasyona qirkirina siyasî de hatibû destgîrkirin, hate girtin.
Hevserokê HDP’ê yê navçeya Hewag a Rihayê Omer Yildirim ê di operasyona qirkirina siyasî de hatibû destgîrkirin, hate girtin.
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê navçeya Hewag a Rihayê Omer Yildirim ê hatibû destgîrkirin, birin Edliyeya Rihayê.
Yildirim ê bi hinceta li ser rêya tevnên civakî ‘Propagandakirina rêxistin’ îfade da dozger, bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha nobedar kir.
Yildirim ji aliyê dadgehê ve hate girtin û şand Girtîgeha Tîpa T a Rihayê.