Hevserokê HDP’a Agiriyê Akar hate destgîrkirin

Hevserokê HDP’a Agiriyê Cemal Akar di serdegirtina malê de hate destgîrkirin.

Li Agiriyê di destê sibehê de polîsan girtin ser malan. Di vê serdegirtinê de Hevserokê HDP’a Agiriyê Cemal Akar û Endamê Meclîsa Şaredariyê yê HDP’yî Ceren Bariş hatin destgîrkirin.
Piştî îfadeya wî ya li Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr a Agiriyê Bariş serbest hate berdan, Hevserokê HDP’a Agiriyê Akar hê jî di nezaretê de ye.
Hate diyarkirin ku sloganên di daxuyaniyê de ya ji bo protestokirina cezayê li Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li avahiya partiyê hatibû kirin, ji Bariş hatiye pirsîn.