Hevseroka PJAK’ê Vejîn: Em rojbûna Rêber Apo weke rojbûna xwe zanin

Hevseroka PJAK'ê Vejîn destnîşan kir ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rojbûna gelê Kurd û partiya wan e û got, "Partiya me jî di 4'ê Nîsanê de ava bû. Ev yek têkoşîna me hîn bi wate dike."

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Zîlan Vejîn li ser 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û heman rojê damezirandina PJAK’ê ji ANF’ê re nirxand.

Vejîn ewilê bal kişand ser damezirandina partiya xwe PJAK’ê û got: “Di qonaxeke dîrokî de PJAK derket. Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li ser pêwîstiyên civakî û valatiya siyasî deketinek nû bû. Li qadekê valatiyek hebe, derketinên dîrokî pêk tên. Civak û ciwanên Kurd jî di nava lêgerînên nû û hewldanên nû de bûn."

Zîlan Vejîn bi dewamî got, "Gelên Îranê û jinan pêş damezirandina PJAK’ê Şoreşa 1979’an pêk anîbû. Ev şoreş ji aliyê desthilata hate ser kar ve, hate berovajîkirin. Her rojê hiqûqa şerîetê li ser civakê hate sepandin. Vê desthilatdariyê nekarî ji bo daxwazên azadî û demokrasî yên civakê bibe bersiv. Helwestên li dijî desthilatdariyê xurtir bûn, lê mixabin tenê di asta nerazîbûn de diman; ne gihiştin asta xwe rêxistinkirinê û têkoşîneke hevpar li ser bingeheke alternatîf."

Hevseroka PJAK'ê got, "Ji ber ku gel û civaka Kurdistanê xwedî şanseke mezin e ku Rêber Apo weke jidayikbûneke nû li hember wan alozî, krîz û projeyên netew-dewletê derket. 4’ê Nîsanê roja jidayikbûna Rêber Apo ye, wate jidayikbûna Rêber Apo xwedî taybetmendiyek girîng û wateyeke din a ji bo civaka Kurd heye. Civaka Kurd û bi taybet jin vê rojê weke dayikbûna xwe pênase dikin. Damezirandina PJAK’ê ya di 4’ê Nîsanê de jî xwedî taybetmendiyeke bi wate û girîng e ji bo gelên Rojhilatê Kurdistanê. PJAK li ber ronahiya felsefeya Rêber Apo hate damezirandin û heta îro jî li ser vê yekê berdewam e, berdewam jî dibe. Berî PJAK jî ava bibe civaka Rojhilatê Kurdistanê ji raman û felsefeya Rêber Apo agahdar bû. Berî avakirina PJAK’ê jin û ciwanên Rojhilatê Kurdistanê ji bo gihiştina azadî û demokrasiya rastî ku armanc dikir, li dorî felsefeya Rêber Apo bûn yek. 

Çawa ku jidayikbûna Rêber Apo ji bo civaka Kurd jidayikbûnek bû, PJAK a li qonaxa jidaykbûna Rêbertî de ji dayikbûneke nû û li ser asta zindîbûna Rojhilat û Îranê watedartir bû. Di wateyeke din de xwedî li têkoşîna Rêber Apo ya 30’î ku li Kurdistanê birêve dibir, bi bingehê ku li Rojhilat pêk hat bi rengekî rêxistinî xiste xizmeta têkoşîna azadiyê. Li aliyê din li ser paradîgmaya ekolojî, demokratîk û azadîxwaziya jinê têkoşîn û xebateke nû destpê kiribû. Ji bo partî û rêxistinek bi pêş bikeve, divê berî her tiştî xwedî sîstem û hişmendiyeke demokratîk û azad be. Li ser vê bingehê PJAK roja 4’ê Nîsanê li ser raman û felsefeya Apoyî li Rojhilatê Kurdistanê damezirandina xwe ragihand û heta roja îro bi vê hêz û baweriyê ji vê felsefê girtî kar dike, bûye hêviyeke mezin a pêşengtiya azadî û demokrasiyê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê.”

Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn diyar kir ku 4’ê Nîsanê xwedî dîrok û wateyeke mezin e, roja jidayikbûna gelê Kurd û mirovahiyê ye. Vejîn got: “4’ê Nîsan roja hêviya serketinê ye. Rizgarbûn ji sîstema sermayedarî ye ku hemû ferdên civakê xistibû jêr desthilatdariya xwe. Roja hişyarbûna civaka hejar û jêrdest a li bin zilm û zordariya zalim û nemrûdan e. Derketina Rêber Apo ji bo gelê Kurd bû derketineke hizir, bîrdozî û fikir û felsefeya jiyaneke nû. Rêber Apo di kesayeta civaka Kurd de xwedî li mirovatî derket. Bilindkirina çîna jêrdest a gihandina netewbûnê, jidaykûna jinê ya ji bin koledariyê.” 

Vejîn li ser armanc û têkoşîna PJAK’ê ên ji roja avabûye heta niha jî ev nirxandin kir: “Armanca pradîgmaya Rêber Apo pêkanîna şoreşa civakî ya li ser bingehê şoreşa hişmendî pêkan be. Civakek li ser bingehê hişmendî guherînê çêbike, dikare li ser wê bingehê sîstema netewa demokratîk ava bike. Eger guherîn li ser asta civakî li hember sîstema dewletê pêk neyê, nikare xwe rêxistin bike. Ji bo wê ye ku eger têgihiştin li ser vî bingehî nebe, guherîn û têgihiştina azadî dike armanc a civakê wê li ser bingehê pîvanên exlaqî û siyasî be.

A rast Rêber Apo li ser bingehê felsefeya azadiya civakê, pîvanên exlaqî, wijdanî û siyasî şoreşek civakî esas digre. Li nava civaka Kurd jî pirsa esasî pirsa bûyîna civakeke siyasî û azad e, ev yek jî çavkaniya xwe ji têgihişteneke xwenasînê digire. Li nava têgihiştina her ferdekî Kurd de, derûniya bindest a dewletê heye. Ji bo wê nebûne xwedî îrade û serbixwe nefikirîne. Wer zanîne ku eger bûn bi dewlet, dibin xwedî îrade û serbixwe. Sîstemê wisa li mirov kiriye. Eger sîstem û jiyan li ser bingehê hişmendiyeke rast bê danîn wê demê rastî derdikeve holê. Ji bo wê pêwîste berî her tiştî bi têgihiştineke rast heye. Wate Kurd dikarin bê dewlet jî bibin xwedî nasname, îrade û sîstema parastinê. Ji bo wê civak li ser hişmendiyeke demokratîk û perwerdekirinê bê rêxistinkirin. Ji bo wê di nava van 19 salan de têkoşîneke xurt a guherîna hişmendî li dijî hişmendiya dewlet û paşxanên hişmendiya dewlet û nîjatperestiyê hatiye kirin. Bi derketina PJAK’ê re guherîneke mezin li ser civak Kurd pêk hat. Ji ber nebûna alternatîfeke civakî û xwedî hişmendiyeke demokratîk nebûn, ev 44 sal in, civak rû bi rûyê qirkirineke civakî, çandî, hunerî, ruhî û bedenî bûye. Di encama têkoşînê de gelek guherîn pêk hatin, di asta civakî de gelek guherîn çêbûn, şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ vê rastiyê îfade dike.”

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Rojhilatê Kurdistanê (PJAK) Zîlan Vejîn bal kişand ser rola jinê ya di nava PJAK’ê de û wiha domand: “Jin xwedî roleke pêşengtiyê ye, kar û xebat li ser vî esasî dike. PJAK azadiya jinê esas digire. Ji bo civak azad bibe divê jin azad bibe. Ji bo têkoşîna herî mezin a li dijî sîstema mêrserwer û nîjatperestî pêşxistina jinê esas digre. Ji ber ku azadiya jinê bi rêxistinkirinê pêkane. Rêxistin bingehê esasî yê famkirinê ye. Hemû rêxistin li ser esasê hizrekê xwe ava dike. Hemû xebat û rêxistina me jinên Apoyî li ser bingehê hizirê azadiya jinê pêş ketiye. Xwe bi îrade dike û pêş dixe. Koletiya herî mezin azadiya herî mezin bidest dixe. Bindestiya mezin azadiya mezin bidest dixe. Rêber Apo gotiye; ‘Rizgariya jinê pêş rizgariya netew û welat tê.’ Wate eger jin kole be ti wateya azadî û welat nîne.

PJAK li ser wê bingehê ye ku heta jin azad nebe civak azad nebe ye. Îro di hemû qadên rêxistinê de weke sîstem ‘jin-mêr’ hevpar têkoşîn dike. Li hemû qadên têkoşînê yên weke; parastin, siyasî, civakî tevlîbûna jin esas digire. Hebûn û pêşengtiya jinê di nava PJAK’ê de, jiyan, îradeya şoreşgerî xurtir û kûrtir kiriye. Asta zanistî û lêgerîna azadiyê li nava PJAK’ê firehtir û felsefîktir kiriye. Her wiha di nava civakê de jî rê li ber guherîneke mezin a werçerxî vekiriye. Li hemberî hişmendiya desthilat a sîstema mêr têkoşîn û xebat kiriye. Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ a berhema vê yekê ye, vê rastiyê îfade dike. Îro jinên ciwan û dayikan li hemû qadên civakê pêşengtiyê dikin. Bandor û pêşketina PJAK’ê jî li ser vê bingehê pêk hatiye.”

Vejîn bal kişand ser rewşa îro ya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ev anî ziman: “Îran û Rojhilatê Kurdistanê di qonaxeke zehemet û bi qasî wê girîng re derbas dibe. Em dikarin vê qonaxê weke ‘qonaxa navber’ bi nav bikin. Pêwîstiya Îranê bi guherîneke hiqûqî, siyasî, sîstem û rêvberiyê heye. Ev yek jî bi têgihiştneke civakî û tevlîbûna siyasî pêkan e. Qonaxa navber tije ye ji alozî û krîzan. Ev qonaxa Îran li nav e, divê gav bavêje. Ji ber ku desthilatdarî ji her alî ve di nava krîzan de ye. Gel bi têkoşîna xwe rewşa krîzên Îranê ji her alî ve nîşan dide. Çawa ku hate nîşandan ku desthilatdarî bi vî rengî dewam bike wê birûxe û heman demê wê hemû sîstemên cîhanê rû bi rû yê krîzên wiha bên. Têkoşîn û berxwedana gelan û jinan wisa li sîstema netew-dewlet û sermayedariyê kiriye ku divê xwe biguhere, xwe neguhere wê derbên mezin bixwin. Sîstema heyî hew dikare wiha dom bike. Di vê rewşê de kes xwe li nava sîstemê nabîne, her roja diçe têkoşîna li ber sîstemê xurtir, mezintir û berfireh dibe. Weke pêleke lêhiyê rabûye û vê sîstemê qebûl nake. 

Di roja îro de derfetên dîrokî li pêşiya Îranê heye, eger siyaseta demokratîk hilbijêre wê bikare li Rojhilata Navîn bibe xwedî rol. Eger berovajî hilbijêre, wê bi têkoşîna gelan, jin û ciwanan a li hember êşkence, sêdare, jehrkirina jinan û qetilkirina civakê dawiya xwe bîne. Heta niha ti hêz nekariye xwe li ber civakê bigire. Dînamîka civaka Îranê bihêz bûye, lêgerînvanin û êdî astengiyan nas nakin, natirsin. Ew tirs û xofa nemirovî ya berê dihate kirin, têk birine. Ji her demê bêhtir îro li Rojhilatê Kurdistanê bi şêwaz û rêbazên xwe pêşegtiyê ji bo avakirina sîstema demokratîk û jiyana azad a ji bo gelên Îranê dike. Ji bo bigihêje armancên xwe gelek qurbanî daye. A girîng ew e têkoşîn bike, dev ji daxwazên xwe yên azadî, demokrasî, hevsengî û yektirtina bihêz a galên Îranê û yên li ser erdnîgeriya Îranê dijîn bernedin. Ev şoreş bi pêşengtiya jinên Kurd destpê kiriye. Ji bo wê gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê xwedî berpirsyariyên mezin û dîrokî ne. Serketina Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi bilindkirina têkoşîna gelan ve girêdayî ye.

Ev şoreşe bi teqez bi pêşengtiya jin û ciwanan, gelan wê bigihêje armanc û serketinê. Dibe ku di demeke kin de pêk neyê, lê wê bigihêje armancên xwe. Ev şoreş li Rojhilat û Îranê sînordar namîne wê belavî cîhanê bibe. Ji bo wê, wê tenê bandorê li derdorê neke wê li hemû cîhanê bike. Felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ xwedî hizrekî xurt û kûr heye, berfirehtir jî dibe. Wê destketiyên mezin biafrîne. Wê jin bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ sîstem û hişmendiya mêrserwer têk bibe, jiyaneke xweş a hêja û hevpar a mirovahiyê bi zanista civakî, yekgirtî û aram ava bike.”