Hevseroka PJAK'ê: Îran li dijî Kurdan ketiye nava tifaqeke qirêj

Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn got, "Eger Îran dixwaze xwe ji xeteriyê rizgar bike divê demokratîk bibe û mafên Kurdan nas bike. Êrîşên ku li gel Tirkiyeyê li dijî me dike, wê bêbersiv nemînin."

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Zîlan Vejîn, li ser hevkariya Îranê ku li dijî Kurdan bi hêzên herêmê re dike û pirsgirêkên Îranê yên bi hêzên navneteweyî re, ji ajansa me re axivî.

DYA û hêzên navneteweyî ambargo danîne ser Îranê. Ligel ambargoyê Îran polîtîkayên xwe yên herêmê didomîne. Gelo destwerdaneke gengaz dibe ku li dijî Îranê bê kirin?

Li Rojhilata Navîn guhertinên siyasî gelekî zû rû didin. Dibe ku şerekî dijwartir jî biqewime. Îranê di salên dawî de hewl da ku hegemonya xwe ya li herêmê zêde bike. Dikare bê gotin ku heta astekê ev yek kir. Li Iraqê û li Sûriyeyê bi Heşdî Şabî, li Lubnanê bi Hîzbûllahê, li Yemenê bi Hûsiyan hêzên xwe bi cih kir. Îran a ku Amerîka û dewletên Ereb dixwaze sînoran deyne ber û qels bike, li qadeke berfireh bi cih bûye. Lewma ji bo êrîşek li dijî Îranê were kirin, divê hesabê gelek tiştan were kirin.

Tirsa Amerîkayê ew e ku tevlîheviya li herêmê ji kontrolê derkeve û hêza Îranê xurtir bike. Ji ber vê yekê her roj bi rêbazên cuda gefê li Îranê dixwe û dibe ku tenê ambargoyê girantir bike. Amerîka bi salane dijberiya xwe ya li Îranê tîne ziman, gefan dixwe, lê heta niha ne Amerîka ne jî hêzên navneteweyî dest li Îranê wernedane. Şerê li dijî Îranê heta niha bi rengekî neyekser tê kirin. Lê belê rewş û bûyerên li herêmê diqewimin nîşan didin ku divê mirov ji her dibetiyê re amade bin.

Îran bi Tirkiye û Rûsyayê re di ser Rojava re polîtîkayeke dijberiya Kurdan dimeşîne. Berdêla vê yekê wê ji bo Îranê çi be?

Piştî ku hevdîtinên Astana û Cenevreyê dest pê kirin, di navbera her sê dewletan de bi rojeva Sûriye û Rojava têkilî çêbû. Rûsya tevî ku mîna Îran û Tirkiyeyê yekser naxwaze dijberiya Kurdan bike jî, xuyaye di çarçoveya berjewendiyên xwe de serî li vê rêyê dide. Nuqteya ku her sê dewlet li ser digihêjin hev, pêşîgirtina li Kurdan a li Sûriyeyê ye. Îran dixwaze li Sûriyeyê baregehên leşkerî ava bike. Siyaseteke jinedîtîhatina Kurdan dimeşîne. Yanî dibêje, "Bila Kurd weke neteweyekê dernekevin pêş." Li ser paşeroja Sûriyeyê Kurdan weke xeteriya herî mezin dibîne.

Divê baş bê dîtin ku desketiyên Kurdan ên li Rojava û Sûriyeyê bi gelên Sûriyeyê jî didin qezençkirin. Naskirina îradeya siyasî ya Kurdan û bûyîna xwedî statuya siyasî wê bandorê li paşeroja hemû Kurdan bike. Dijberiya Îranê ya li vê yekê wê ji aliyê siyasî, dîrokî û civakî ve gelekî zerarê bide wê bi xwe.

Eger berxwedan û têkoşîna Kurdan a li dijî DAIŞ'ê nebûya, rewşa li Sûriyeyê wê niha gelekî xerab û tevlîhev bûya. Ev rewş di dema bê de ji bo Îranê jî derbas dibe. Her nêzîkatiyeke neyînî ya li têkoşîna azadî, wekhevî û aştiyê ya Kurdan, wê şer û krîza li herêmê girantir bike. Rêya çareseriyê qebûlkirina rastiyan Kurdan e, pêkanîn aştiya navbera gelan e.

Nakokiyên Îranê bi Rûsya û Tirkiyeyê re hene. Lê belê dema mijar dibe Kurd, tifaqê dikin. Di encama vê tifaqê de bi erêkirina Îranê tirkiye ket nava Îdlibê. Niha jî dixwaze Efrînê dagir bike. Ev hevkarî dikare bigihêje ku derê?

Mîna ku di herikîna dîrokê de gelek caran hate dîtin, hêzên desthilatdar di navbea wan de çiqas nakokiyên dîrokî hebin jî dema mijar dibe Kurd, van nakokiyên xwe datînin aliyekî û di ser dijminatiya li Kurdan li hev dicivin. Mînak; xala 7. a Peymana Qasri-Şîrîn li ser dijberiya li Kurdan hatiye diyarkirin. Piştre bicihanîna peymanê hat taloqkirin, xal bê wate bûn, lê tenê xala 7. ma. Ev polîtîka niha jî tê meşandin. Îran û Tirkiyeyê di rewşa heyî de nakokiyên xwe yên stratejîk danîne aliyekî û li dijî Kurdan hevdîtinên dîplomatîk, leşkerî û aboriyê dikin. Li gorî Misakî Mîllî, Kerkûk parçeyekî axa Osmaniyan e. Çawa dibe ku Tirkiye niha destûrê dide ku Heşdî Şabî di bin kontrola Îranê de bikeve nava Kerkûkê? Wekî din, çima dengê xwe li xurtbûna xeta Şîa ya li herêmê dernaxîne? Bersiva van pirsan, dîsa meseleya Kurd e.

Êrîşên li ser Îdlib û Efrînê jî, pêwendiya xwe bi dijberiya li Şoreşa Rojava û destketiyên Kurdan heye. Modela neteweya demokratîk ji bo xwe weke xeteriyeke mezin dibînin. Neteweya demokratîk tê wateya hilweşîna dewletên Tirk, Ereb û Fars. Ji ber vê yekê li ser qelskirina Têkoşîna Azadiyê ya Kurd disekinin. Lê belê, bi dîtina min wê bi ser nekevin, ji ber ku hêzên navborî bi qasî ku ji Kurdan û îradeya azad a gelan ditirsin, ji hev jî ewqasî ditirsin. Nakokiyên siyasî û dîrokî yên navbera wan, wê bike ku di demeke nêz de ji hev dûr bikevin. Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê di rewşa heyî de li nava hevsengiyên Rojhilata Navîn xwedî roleke girîng e û bandorê li tevahiya herêmê dike. Tirkiye û Îran ji bo vê bandorê qels bikin ji gelek aliyan ve hevdîtin û planan dikin. Lê belê her du hêz jî dixwazin ji nakokiyên navbera Rûsya û Amerîkayê sûdê werbigirin û herêmê dîzayn bikin. Rûsya û Amerîka di hin mijaran de li hev bikin, wê hevkariya Tirkiye û Îranê qels bibe. Têkiliya Kurdan a bi Amerîka û Rûsyayê re jî rê li ber nakokiyan vedike. Her kes zane ku li Sûriyeyê bêyî Kurdan çareserî nabe û krîzên li herêmê kûrtir dibe.

Di vê dema dawî de Îran di ser Kerkûkê re dest li Başûrê Kurdistanê werdide. Ev ê bigihije kû derê?

Kerkûk bajarekî stratejîk e û her wiha navendeke aboriya Iraqê ye. Kanên petrolê ku ji bo ku hemû herêmê û hêzên navdewletî girîng e li vê derê ne. Referandûma li Başûrê Kurdistanê li dijî Kurdan weke provakasyonê hate bikaranîn, Kerkûk, Xaneqîn, Şengal û Mexmûr hatin dagirkirin. Ev jî dibe dagirkirina Kurdistanê. Dest li ser petrola Kerkûkê danîn. Rêveberiya Başûr jî ev texmîn nekiribû. Di vê mijarê de guh nedane hişyariyan. Îranê jî mudaheleyên li dijî Başûrê Kurdistanê û Iraqê zêde kirin. Jixwe Barzanî di şexsê PDK-YNK’ê de îxanet li destkeftiyên Kurdan kir.

Hûn tevgereke wiha ne ku li dijî Îranê têdikoşin. Li dijî polîtîkaya Kurd ku a Îranê têdikoşin. Hûn dikarin hinekî behsa polîtîkayên rejîma Îranê bikin? Ji bo ku Îran ji rewşa dijwar xilas bibe divê çi bike?

Îran ji pêvajoyeke nazik derbas dibe. Li qada navdewletî di pozîsyoneke dijwar de ye û taloke li ser hene. A girîng ew e ku Îran bi hevkarê dijminê te re têkiliyê datîne. Têkiliyên Amerîka û Tirkiyê têne zanîn, her wiha têkiliyên Tirkiyê û Siûdî têne zanîn. Tirkiye di şexsê Erdogan de dixwaze projeya Xîlafeta Sinnî dixwaze bi pêş bixe, ev jî li dijî xeta Şîa ye. Tirkiye ji bo berjewendiyên xwe heke Îran bikeve rewşeke xirab dikare wê berteraf bike. Ev jî talokeyeke li ber Îranê ye.

Li hundir jî gel helwesta xwe nîşan dide, Îran jî li dijî netewe, gel û baweriyên dî helwesta xwe tund dike. Beriya bi çendekê li Rojhilat erdhejeke mezin çêbû. Îranê peywira mirovî jî li van deran bi cih neaniye. Nêzîkatiya Îranê ya li Kurdan, bi taybetî ya li Kurdên Yarsan cihêkar e. Ev jî li dijî pergalê rê li ber helwesteke mezin vedibe. Rejîma berdest ti mafê civakê nas nake, zext û zordariyê didomîne.

Îran li herêmê her çendî bi rengekî xurt xwe bi cih kiribe jî bi van kêşeyên ku di nav civakê de dijî wê bi hilweşandinê re hevrû bibe. Hêza dînamîk a civakê tê bêbandorkirin. Li Îranê gel, jin, ciwan di nav bêkarî û hejariyê dijîn, zexta siyasî û çandî li ser wan tê kirin.

Ev jî krîza navxweyî kûr dike. Ji bo ku mirov behsa Îraneke xurt bike divê siyaset û rêveberiya wê demokratîk be, di qada aborî, hiqûq, parastin, perwerdehiyê de pergal demokratîk bibe. Îran ku di nav xwe de demokratîk bibe, mafê hemû gelan nas bike, bêguman wê talokeyên li dijî xwe berteraf bike. Lê heke di siyaseta berê de raweste wê şoreşeke ku Îran nikare li pêş raweste pêk were. Wê nikaribe zext û hegemonyaya xwe bidomîne û rastî li mudaheleyên derve were.

Îran bi hêzên xwe yên li Lubnan, Iraq û Sûriyê dîsa bû rojeva dinyayê. Li Lubanê û Sûriyê Hîzbulah û li Iraqê jî hêzên Heşdî Şebî hene. Ev hêz her wiha li herêmê li ser navê Îranê şer dikin. Îran bi van hêzan dixwaze çi bike?

Îran dixwaze şer li derveyî sînorê xwe bihêle, ji bo vê li herêmê vî şerê qirêj didomîne. Pêngava Îranê ya li Iraqê li dijî Amerîka û Îsraîlê ye. Bi Heşdî Şebî û Hîzbûllahê dixwze xeta Şiî temam bike, li dijî bloka Sinnî dixwaze bloka Şiî bide pêş. Hin welatên li herêmê jî van hêzan li dijî Amerîka, Siûd û Israîlê didine şerkirin. Îran bi taybetî ji hêza Kurdan a li Sûriyê ditirse. Ne tenê Îran her wiha hemû hêzên vekirî veşartî yên herêmê li dijî statûya Kurdan in. Wiha li dijî projeya neteweya demokratîk dixwazin projeyên xwe pêk bînin.

Krîza Îran, Siûdî û Katarê didome. Sedema vê krîzê çi ye û ew ê çawa were derbaskirin?

Hevsenga di navbera hêzên Ereban û Îran-Tirkiyeyê di sedsala 20’emîn de hatiye avakirin. Niha ev hevseng diguhere. Siûdî Erebistan dixwaze hêzeke pêşeng a Ereban be û li herêmê bandora xwe hebe û hemû dewletên Ereban têxe bin kontrola xwe. Misir, Iraq, Sûriye jî ya ku dem bi dem dixwaze xurt be, ji ber şerên navxweyî yan jî ji ber şerên welatên din, qels bûne. Niha jî ji ber têkiliya wê ya bi Îranê re Katar tê terbiyekirin. Îran jî naxwaze ku şirîkê wê qels bibe. Ji ber vî şer di navbera eniya Şîa ya ku Îran pêşengiya wê dike û eniya Sunnî de didome ya ku Erebistan pêşengiya wê dike. Wisa xuya dike ku wê krîz bidome.

Qala yekîtiya Îran û Tirkiyeyê ya li hemberî we tê kirin. Li cihên wekî Çiyayê Asosê  û cihên din êrîşî we kirin. Armanca vê yekîtiyê çi ye û helwesta we ya li hemberî vî tiştî çi ye?

Di demên borî de di navbera herdu dewletan de hin hevdîtin pêk hatin. Serokê Artêşê yê Giştî Mihemed Baqirî çû Tirkiyeyê û hin hevdîtin kir. Li Îranê jî hin hevdîtin hatin kirin. Rojeva sereke ya van hevdîtinan êrîş û operasyonên li dijî tevgera me ne. Rojeva wan a din jî bicihbûna wan a li Rojava û Sûriyeyê ye. Di vê pêvajoyê de 3 caran êrîşên hewayî li dar xistin. Ev êrîş bi hevkariya Îran-Tirkiyeyê hate lidarxistin. Di sala 2011’an de jî êrîşa li dijî Çiyayê Qendîlê dîsa bi hevkariya Îran-Tirkiyeyê hatibû kirin.

Ligel ku êrîş li dijî axa Herêma Federe ya Kurdistanê ya bi ser hikumeta navendî ya Iraqê ye jî, ne rêveberiya Iraqê û ne jî rêveberiya Başûrê Kurdistanê tu helwest nîşan nedan. Balefirên şer ên Tirkiyeyê û yên Îranê yên keşfê li ser herêmê digerin. Domandina êrîşên hevpar wê Îranê têxe nav aloziyan û deriyê ku Kurdan vekiriye, dibe ku ji binî ve were girtin. Kûrbûna krîz û şer wê rewşa Îranê xerabtir bike.

Em PJAK, em ê bersivan bidin êrîşên li ser  qadên me û gelê me hatiye kirin. Mafê me yê parastin û tolhildanê heye. Lê ji bo me tişta bingehîn siyaseta demokratîk û têkoşîna bi rêya muzakereyan e. Heta ku şert û merc guncav bin, ew ê israra me ji bo çareseriyê be.