Hevseroka KODAR'ê: Piştevaniya heyî ya her beşa civakê, wê guhertinên pir cidî pêk bîne

Hevseroka KODAR'ê Gulan Fehîm bal kişand ser piştevaniya her beşên civakê ji bo xwepêşandanên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê û destnîşan kir ku ev helwest wê bibe sedema guhertinên pir cidî. Gulan Fehîm girîngiya birêxistinkirinê jî destnîşan kir.

Hevseroka KODAR'ê Gulan Fehîm çalakiyên 'Jin, Jiyan, Azadî' yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, êrîşên hêzên dewletê yên li hemberî çalakgeran di bernameya Hêlî 3 a qenala Aryen TV nirxand.

Gulan Fehîm got, "Di demekê de ku em behsa Şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' dikin, em dibînin ku siyaseteke qirkirinê li dijî jinê tê birêvebirin. Ev siyaseta qirkirinê li dijî jinên şoreşger û pêşeng ên xeta azadiya jinê tê meşandin. Hêzên desthilatdar ku bi zihniyeta mêrsalar di derheqê jin de biryarê didin, careke din komkujiyek li Parîsê kirin û Evîn Goyî, Abdurrahman Kizil û Mîr Perwer şehîd xistin. Li Bakurê Kurdistanê Sêvê, Pakîzê û Fatma hatin şehîdxistin. Li Başûrê Kurdistanê heval Zîlan û li Rojavayê Kurdistanê heval Jiyan hatin şehîdxistin. Hêzên xwedî zihniyeta mêrsalar û zayendîperest vê siyaseta komkujiyê destek dikin û gelek jinên şoreşger tên qetilkirin."

Gulan Fehîm bal kişand ser serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku 4 meh in dewam dike û got, "Di karakterê civaka Îranê de civakparêzî heye. Xwedî çanda civakbûnê ye. Her tim ji bo pêşketina civakê û parastina nirxên civakê têkoşiya ye. Ji ber vê dewleta Îranê nikare bêje ku mesele tenê beşeke civakê ye."

'LI ÎRAN A MOZAÎKA GELAN, PÊWÎSTÎ BI SÎSTEMEKE DEMOKRATÎK HEYE'

Têkildarî belavbûna çalakiyan li seranserê Îranê jî Gulan Fehîm got, "Fars, Belûç, Azerî û gelê Kurd hemû neteweyên ku di nava vê sîstemê de ne, nerazîbûnên xwe hene û her tim têkoşiyane. Ev bi çi ve girêdayî ye? Îran xwedî sîstemeke desthilatdar û ne demokratîk e. Ji ber vê em behsa Îraneke demokratîk dikin. Îran mozaîka gelan e; bi dehan neteweyên cuda û pirrengî lê hene. Eger li ser vî esasî sîstem û zihniyetekî demokratîk nebe, ew civak wê her dem di nav krîzan de be."

Der barê rastiya dewleta Îranê, Gulan Fehîm got, "Di nava sîstema Îranê de biryarên mutleq hene, qanûnên mutleq hene. Biryar tên derxistin û hemû civak pêwîste li gor vê tevbigere. Lê di vir de asta pêşketina civakê, guhertina civakê berçav nagire, pêwîstiyên civakê berçav nagire û daxwaza civakê berçav nagire. Îran zemînê demokratîkbûnê pêş naxe ku gel xwe tê de îfade bike. Lê gel her rêbazekî demokratîkbûnê esas girt. Daxwaz demokrasî ye, azadî ye, mafê xwe xwestine, edalet e, li ser vê bingehê gel têdikoşe. Eger nêzîkatiya gelan û ciwanan li ser esasê berjewendî yan desthilatdarî bûya gel dikarî şîdet bi kar bianiya. Lê gel ev nekir."

Hevseroka KODAR'ê Gulan Fehîm diyar kir ku li gel zext û êrîşan jî Şoreşa Rojhilatê Kurdistanê dewam dike û got, "Dibe ku xwepêşandan weke berê li her cihekî çênabin. Lê bi rengên cuda pêşketin hene. Hemû beş bi çi ji dest tê rengê xwe tevlî dike. Ev nayê wateya ku xwepêşandan sekînî ne û dewletê encam girtiye. Rûxmê hemû zextan û êrîşan û civak zane ku dibe zorî û zehmetî zêdetir bibin, sekneke berxwedanê nîşan didin, têdikoşin û hewldan didin ku vê şoreşê bi ser bixînin. Sedema vê çiye? Bingeha xwe ji kûrbûna pirsgirêkên civakî digre. Ev pirsgirêkên civakî yên kûrbûyî ku encama siyaseta dewleta Îranê ne, dihêle ku ewqas jî nerazîbûna civakê rû bide. Mesele ne tenê gelê Kurd e, di giştî Îranê de her neteweyek, baweriyek an jî rengekî cûda, nerazîbûna xwe li dijî sîstema Îranê anî ziman û di xwepêşandanan de bi slogana Jin, Jiyan, Azadî beşdarbûn da çêkirin."

'PIŞTEVANIYA HER BEŞÊN CIVAKÊ WÊ BIBE SEDEMA GUHERTINÊN PIR CIDÎ'

Gulan Fehîm qala dewlemendiya helwest û çalakiyan kir ku heta niha ji aliyê civakê ve hatine kirin û got, "Hunermendan gelek berhemên dewlemend derxistin ji bo vê şoreşê. Nivîskaran bi têgihîştin û nivîsên xwe xwestin ku destek bidin vê şoreşê. Encumena mamosteyan ku berî şoreşê jî xwedî helwest bûn, bi taybetî di vê pêvajoyê de helwesta xwe li hember pergalê nîşan dan û xwedî derketin li şoreşê. Mamosteyên olî ku herî zêde jî pêwîstî bi helwesta wan hebû, di demeke bi vî rengî de helwestekî bi rengekî pir bi nirx nîşandan û bi rûmet e. Jiber ku bi taybet di Îranê de ev giring e. Jiber ku Îran di bin navê Îslamê û mellayên ayînî de siyaseta xwe bi rê ve dibe, bi rêya wan xwe li ser civakê ferz dike û zextê dike. Mamosteyên ayînî aliyê xwe diyar kirin û got em bi gel re ne, li pişt têkoşîna gel in û heta ne li pişt in em bixwe jî pêşengtiya vê dikin, ev di vê şoreşê de nirxekî pir mezin îfade dike. Em bawer dikin ku ev wê bibe sedema guhertinên pir cidî."

Di dawiya axaftinên xwe de Gulan Fehîm behsa girîngiya bilindkirina têkoşînê û çareseriya di fikir û felsefeya Apoyî de kir: "Ezmûna berê ya têkoşînê bi van xwepêşandanan re hîn berfirehtir bû. Rêbazên çalakiyan gelekî dewlemend bûn. Hêza berxwedana civakê derket pêş. Cesaret bi pêş ket. Gelek tabûyên ku hatibûn ava kirin, gel ew ji holê rakirin. Ji vir û pê ve ya girîng ew e ku asta gel gihîştiye pêwîste li ser esasê xwerêxistinkirinê be. Di çarçoveya pêwîstiyên xwe yên civakî de pêwîste xwe birêxistin bikin. Di aliyê aborî, perwerdehî û xweparastinê de pêwîste civak xwe birêxistin bike, bêyî ku pêwîstiya xwe bi dewletê bibîne."