Hevseroka KCD’ê Guven: Wê encama 'NA' ya bi xêr derkeve!
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven dengê xwe li Navçeya Rezan a Amedê da. Guven diyar kir, ji krîza heyî tenê bi ‘na’yê mirov dikare derkeve.
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven dengê xwe li Navçeya Rezan a Amedê da. Guven diyar kir, ji krîza heyî tenê bi ‘na’yê mirov dikare derkeve.
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li Amedê dengê xwe da. Guven got AKP di mijara pirsgirêka Kurd de çareseriyê nafirine û wiha got: "Wê encamên bi xêr (‘na) derkevin."
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li Lîseya Anadolu ya Necîp Fazil Kisakurek ê li navçeya Rezan a Amedê dengê xwe da. Guven dema ku dengê xwe da gotina "Bi xêr be" (Bila Na be) bi kar anî û bal kişande ser nêzîkatiya hikûmetê ku di pirsa Kurd de çareseriyê naafirîne.
Guven destnîşan kir ku Tirkiye ber bi krîzê ve diçe û ancax bi gotina "Na" ji vî krizê dikarin derkevin. Guven wiha axivî: "Şerê li Kurdistanê berdewam dike, xirakirin û neheqiyên tên kirin ancax bi Na’yê wê bi dawî bibe. Em mal bi mal geriyan û me kampanyaya Na kir. Her çiqas em bi kampanyaya Erê ve di heman şertên wekhev de nebin û hemû derfet ji bo Erê hatin seferberkirin jî me xebateke berfireh kir. Ez bawer dikim ku di vê hilbijartinê de wê encamên bixêr derkevin"