Hevseroka HDP’yî hate destgîrkirin
Li Êlihê polîsan êrîş bire ser girseya ku destgîrkirin protesto dikirin û Hevseroka Bajêr a HDP’ê ya Êlihê Bêrîvan Helen Işik destgîr kir.
Li Êlihê polîsan êrîş bire ser girseya ku destgîrkirin protesto dikirin û Hevseroka Bajêr a HDP’ê ya Êlihê Bêrîvan Helen Işik destgîr kir.
Rêxistina Bajêr a Êlihê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xwest ku li avahiya partiyê destgîrkirina duh şermezar bike.
Lê polîsan destûr nedan ku HDP’yî daxuyaniyê bidin û êrîş bire ser wan. Polîs ketin nav avahiya bajêr û Hevseroka Bajêr a HDP’ê Bêrîvan Helen Işık destgîr kir.
Polîsan hê jî dora avahiya partiyê pêçan e.
Hevserokê Bajêr Nîzamattîn Toguç jî duh hatibû destgîrkirin.