Hevşaredarên Qersê: Wê gel bi rê ve bibe

Hevşaredarên Qersê yên ji HDP’ê Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca bi gel re civiyan.

Hevşaredarên Qersê yên ji HDP’ê Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca bi gel re civiyan. Alaca diyar kir ku wê hemû gelên Qersê tevlî xebatan bikin û got ku “Endamên me yên desteya sindoqan, xwedî li dengan derketin. Em spasiyên xwe ji hemû kesên kedkar û gelê Qersê re dikin. Ev serkeftin ya me hemûyan e.”

BÎLGEN: CUDAKARÎ TUNE, XIZMET HEYE

Ayhan Bîlgen jî got ku “Bêyî ku em fanatîzma partiyan bikin û têkevin nav hesabên biçûk, berpirsyariya me ev e ku em daxwazên gel bi cih bînin. Ev gel li benda xizmetê ye. Em ê nekevin nav cudakariyeke partîzan û em heman ferasetê ji partiyên din jî dixwazin. Ji ber ku ev serkeftin diyarî me kirine, em gelê Qersê spas dikin. Pêdiviya me pê heye ku em mil bidin hev û bajarê xwe bi pêş ve bibin. Em ê tevî endamên xwe yên meclîsê û yên partiyên din re bi hev re bixebitin. Ji serê destpêka kampanyaya hilbijartinê me gotibû ku, divê rêveber werin kontrolkirin û karibin hesap bidin. Em îro jî heman tiştî dibêjin. Gelê Qersê ev model tercîh kir, divê ji niha û şûnde jî heman tişta pêwist bike.”