Hevşaredarên nû yên Qendîlê hatin hilbijartin

Di civîna Desteya Giştî ya 5’emîn a Şaredariya Qendîlê de, hevşaredarên nû hatin hilbijartin.

Desteya Giştî ya 5.a Meclîsa Şaredariya Binarê Qendîlê îro bi beşdariya 91 delegeyan destpê kir bi dawî bû. Di civînê de hevşaredarên nû yên Qendîlê hatin hilbijartin.

Serê vê sibê 5. Civîna Desteya Giştî ya Meclîsa Şaredariya Qendîlê destpê kir û di destpêka civînê de dîwana civînê hate diyarkirin û bernameya civînê ji bo erêkirinê hate pêşkêşkirin.

Di civînê de weke hevşaredarên nû yê Binarê Qendîlê Gulale Osman û Mihemed Hesen hatin hilbijartin. Her wiha ji bo Desteya Rêveberiya Şaredariya Binarê Qendîlê ji 7 kes hatin hilbijartin.

Di dawiya civînê de ji aliyê Hevşaredarê Binarê Qendîlê Mihemed Hesen ve encamnameya civînê hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

 "Îro civaka mirovahiyê di nava krîzeke giştî de ne. Sedema wê sîstema rêveberiya civakê ya ne hevseng e. Her wiha desthilatan hemû berhemên civakî xistine nav berjewendiyên xwe. Qanûnên jîngeh û mirovahiyê binpê kirine."

Têkoşîna li hemberî vê sîstema ne mirovî û çêkirina hevsengiya civakê di sîstema konfederalîzma demokratîk û xwerêveberiya demokratîk re derbas dibe. Ev sîstem ji aliyê Rêberê Gelan Rêber Apo vederketiye holê. Di rewşeke dijwar de li girtîgehê pêşkêş kir. Ji aliyê din ve jî tecrîdeke girankirî li ser tê meşandin.

Di şaredariyê de sîstema xwerêveberina demokratîk ji xwe re stûna bingehîn dibîne û rasterast gel beşdar dibe. Ji bo rêveberina gund û navçeyan rasterast bi rengê demokratîk biryar dide. Di hemû beşên rêveberiyê de hevsengiya rêgeza jin û mêran li ber çavan hatiye girtin. Her wiha sîstema hevserokatiyê bingeh digire û hevsengiya civakê û xwezayê ji xwe re esas digire. Weke Şaredariya Binarê Qendîlê bi hemû endamên xwe dixwazin di çarçoveya vê sîstemê de xizmeta nîştecihên herêmê bikin."

Desteya Giştî piştî encamanameyê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Em ê bi ser bikevin" ve bi dawî bû.