Hevşaredarên Awîskê hatin girtin

Hevşaredarên Awîskê jî di nav de yên li Êlihê di serdegirtin de hatibûn destgîrkirin, hevşaredar û muhasebekarê şaredariyê hatin girtin, 7 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Li Êlihê di çarçoveya lêpirsîna hate kirin 22’yê Hezîranê li navenda bajar û hinek gundan jendermeyan hemwext avêin ser malan. Di serdegirtinan de hevşaredêrên Awîkê Hatîce Taş û Osman Karabûlût jî di nav de 24 kes hatibûn destgîrkirin. Ji yên hatibûn destgîrkirin 14 jê beşek duh ji cihê jandermeyan û beşek jî piştî îfadeyên wan hatin girtin û şûnde hatibûn berdan. 10 kesên din jî piştî karûbarên wan ên li jendermexaneyê îro birin Edliyeya Êlihê. Yên anîn Edliyeyê îfadeya wan ya dozgeriyê temam nebûne.

Di nava yên îfade dan de hevşaredarên Awîskê Hatîce Taş û Osman Karabûlût û Bayram Ozalp ê di beşa muhasebeya şaredariyê de kar dikir piştî îfadeya li dozgeriyê temam bûn û şûnde bi daxwaza girtinê, 7 kesên din jî bi şertê kontrola edlî bi daxwaza berdanê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulh a Êlihê kirin. Dadgehê li ser Hatîce Taş, Osman Karabûlût û Bayram Ozalp biryara girtinê da, 7 kesên din jî bi şertê kontrola edlî berdan.