Hevşaredarê Mexmûrê Pîran: Em bi fikrên Rêbertî li ber ambargoyê radibin

Bedran Pîran diyar kir ku ambargoya PDK’ê di gelek aliyên jiyanî de bandor li ser wargeha Mexmûrê kir û got, ew bi rê û alternatîfên ji fikrên Rêberê Gelê Kurd li ber ambargoyê radibin.

PDK'ê ji Tîrmeha 2019'an û vir ve ambargo daniye ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr). Şêniyên Mexmûrê bi hêz, îrade û biyardariya xwe ambargo pûç kirin û di gelek aliyan de; xwe bi rêxistin kirin. Her wiha bi rayedarên Iraqê re, gelek hevdîtin jî hatin kirin. Hevşaredarê Wargeha Penaberan a Mexmûrê Bedran Pîran têkildarî vê yekê ji ANF’ê re axivî.

Pîran bi bîr xist ku ev 3 sal û nîv in PDK’ê ambargo daniye ser wargehê û wiha got: “Ev ambargoya ku li ser me hatî danîn, giştî aliyên jiyanî dikeve nav de. Hinek ambargo hene ku tu dorpêç dikî û nahêlî kes derbikeve. Hinek hene ku tu pê rêgiriyê dikî. Lê ev ambargoya ku niha li ser me heyî, ji Tîrmeha 2019’an heta niha hemû aliyên jiyanî girtiye nav xwe. Yanî ji tenduristî, perwerde, xizmetguzarî û di aliyê karkertiyê de bigre dest ji her alî ve ambargo heye. Ji salên 1994’an heta 2003’an ji ber rojên destpêkê yên penaberiyê bûn, ji wargehê çûyîna ji derve tune bû. Piranî li wargehê karê lawirvaniyê dihat kirin. Êdî ji 2003’an heta 2019’an xelkê wargehê berê xwe da bajarên din ên Başûrê Kurdistanê û her kesê li gorî ked û zanebûna xwe, li wan bajaran kar dikir.” 

‘JI BER AMBARGO Û ZEXTÊN DEWLETA TIRK, KESÊN XÊRXWAZ JÎ ÊDÎ ALÎKARÎ NEDAN’

Pîran da zanîn ku piştî 2019’an ji ber ambargoyê di aliyê tenduristî, perwerde û bi taybet di aliyê şaredarî de zorî û zehmetî hatin jiyîn û wiha pêde çû: “Berê kesên welatparêz, xêrxwaz û dilsoz ên li bajarên din ên Başûrê Kurdistanê, bi me re dibûn alîkar. Lewma ev di aliyê xizmeta şaredarî ya ji bo wargehê de, nedibû pirsgirêk. Mînak em bêjin; ger xetek a elektrîkê ji bo wargehê pêwîst bûya, herî zêde 10 roj diket navber ku em pêwîstiya elektrîkê bi cih bînin. Lê ji ber ambargoyê û zexta dewleta Tirk, kesên xêrxwaz û dostên ku berê alîkarî didan, êdî wan jî tu alîkarî neda. Me carekê serlêdan kir ku em ji Hewlêrê hin kel û pelên ji bo şaredariyê pêwîst bînin wargehê, lê bi tu awayî rê nehat dayîn. Ambargo di gelek aliyan de wargeh bandor kir. Gelek nexweşên me êdî nedikarin biçin bajarên Başûrê Kurdistanê û tedavî bibînin û ev jî bû sedem ku gelek nexweş jiyana xwe ji dest bidin.”

‘DIVÊ IRAQ MAFÊ PENABERTIYA SIYASÎ BIDE ME’ 

Pîran diyar kir ku piştî êrîşa Hezîrana 2021’an pêk hat, Iraqê xwest ku navenda xwe ya polîsan vegerîne û hevdîtin destpê kirin û wiha bilêv kir: “Lê di aliyê xebatên elektrîk, av, erzaq û xizmetguzariyên şaredariyê de tu alîkarî nedane me. Di hevdîtinên çêbûne de soz dane ku di aliyê erzaq, gaz, perwerde û gelek aliyên din de, alîkariyek pêwîst bidin. Mafê penaberek siyasî di welatekê de çiye, em hêvîdarin ku dewleta Iraqê wê mafê penabertiya siyasî bide me. Dema em hatin vê wargehê, me di aliyê tevger û taybetmendiyên xwe de navçe û gundên derdor bandor kiriye. Ango eger armancek a hikûmeta Iraqê hebe ku aramiyê li Iraqê çêbike, divê wargeha Mexmûrê ji xwe re mînak bigire û rêz jê re bigre.”

‘RÊ Û ALTERNATÎF, FIKRÊN RÊBER APO NE’

Hevşaredarê Wargeha Penaberan a Mexmûrê Bedran Pîran destnîşan kir ku kar û xebat û alternatîfên wan li ser esasê fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Eger mirov bixwaze zihniyeta dewletê ya di hişê mirov de hatî bicihkirin bişkêne, rê û alternatîf fikrên Rêber Apo ne. Xelkê wargehê jî bi van rê û alternatîfan, bi îradeyek mezin li ber ambargoyê sekinîn û ambargo vale derxistin.”