Hevşaredara Licê Zûgûrlî hate girtin

Hevşaredara Licê ya ku li şûna wê qeyûm hate bicihkirin Rezan Zûgûrlî hate girtin. Zûgûrlî li gel dayika wê ji aliyê polîsên binçavkirinê ve hate derbkirin.

Hevşaredara Licê ya ku li şûna wê qeyûm hate wezîfedarkirin Rezan Zûgûrlî, bi hinceta cezayê wê hatiye diyarkirin hate girti.

Zûgûrlî dama li gel dayika xwe li ser Rêya Lîse a Semta Çalica ya Amedê bûn, polîsên ku bi wesayîta bi tîpa ‘Renger’ pêşiya wan girtin, hewl dan binçav bikin. Dayika Zûgûrlî ji bo ku keça wê binçav nekin keça xwe avête himêza xwe û xwe lê pêça. Polîsan Zûgûrlî û dayika wê derb kirin. Polîsên ku Zûgûrlî bi kaşkirina erdê ve xistin wesayîta xirxî, bi lez ji herêmê dûr ket. Di vê navberê de dayika wê jî bi erdê ket û birîndar bû.

Keseke nerazîbûn li hemberî polîsan nîşan jî da bi derbkirinê hate binçavkirin.

Rezan Zûgûrlî li gel zaroka wê ya 2 salî birin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê.