Hevşaredara Dersimê Bîrsen Orhan hate girtin

Hevşaredara Dersimê Bîrsen Orhan a ku qeyûm li şûna wê hate tayînkirin, ji aliyê dadgeriyê ve hate girtin.

QIRKIRINA SIYASÎ

Hevşaredara Dersimê Bîrsen Orhan a ku piştî qeyûm li şûna wê hatî tayînkirin hate binçavkirin, di 24’ê Mijdarê de bi şertê hepsa malê hate berdan. Bîrsen Orhan îro jî li mala xwe ya li navçeya Pêrtag hate binçavkirin.

Piştî binçavkirinê, Bîrsen Orhan sewqî Edliyeya Tûncelî hate kirin û îfadeya wê ya dozgeriyê qediya.

Dozger bi îdîayên “Muxalefeta li qanûna civîn û çalakiyên meş” û “Ji bo pêk neanîna wezîfeyê li ber xwe da”, Bîrsen Orhan bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê kir.

Dadgeriyê biryara girtinê da.