Hevşaredara Awîskê Hatîce Taş û 6 kes hatin destgîrkirin

Di operasyonên qirkirina siyasî de yên li Êlihê, Hevşaredara Bajarokê Awîskê Hatîce Taş jî di nav de 7 kes hatin destgîrkirin.

Li navenda Êlihê jenderme û tîmên taybet bi ser mala Hevseroka Şaredariya Bajarokê Awîskê ya navçeya Qûbînê Hatîce Taş de girtin ku qeyûm li şûna wê hatibû bicihkirin. Tîmên taybet deriyê malê şikandin û ketin malê. Jendermeyan li malê lêgerîn pêk anî. Piştî lêgerînê Hevşaredar Taş destgîr kirin û birin Fermandariya Komandoyê ya Êlihê. Sedemê destgîrkirina Taş nehat zanîn.

Hevjînê Taş Fersende Taş ragihand ku jenderme û tîmên taybet bê ser û ber bi ser mala wan de girtine û deriyê wan şikandine û mala wan serûbin kirine. Taş anî ziman ku tîmên taybet êşkence li wî kirine, zarokên wî li erdê dirêj kirine û qûndaxê çekan xistiye serê wan. Taş da zanîn ku jendermeyan êşkence li wan kiriye û zarokên wî gelek tirsiyane. Taş got, jendermeyan telefona wî desteser kiriye û wêne û dîmenên kişandiye jê birine.

Hate diyarkirin ku Hevşaredara Îkîkopruyê Hatîce Taş, Endamê Meclîsa Şaredariyê Tahsîn Yildirim, xebatkarê şaredariyê Huseyîn Taş, Cemal Dogan, Ekrem Evrûz, Bayram Ozalp kesekî ku navê wî nehate tespîtkirin hatine destgîrkirin.

Hate diyarkirin ku derbarê 25 kesan biryara destgîrkirinê hatiye dayin.