Hevşaredara Agiriyê Kûbîlay hate girtin

Hevşaredara Agiriyê Mûkaddes Kûbîlay, ji aliyê dadgehê ve hate girtin.

Hevşaredara Agiriyê Mûkaddes Kûbîlay a ku dema li Îzmîrê di 22’ê Kanûnê de li mala keça xwe mêvan bû, di operasyona qirkirina siyasî de hatibû binçavkirin, piştî binçavkirina 6 rojan û şûn de sewqî dozgeriyê hate kirin.

Kûbîlay piştî îfadeya li dozgeriyê û şûn de bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sûlh a Agirê hate kirin, heyeta dadgehê bi îdîaya ‘Endama rêxistinê” biryara girtinê da. Kûbîlay, şandin Girîtgaha Sergirî ya Tîpa M a Agiriyê.

Kûbîlay bi rêya parêzerê xwe peyamek sand û diyar kir ku ti aliyê girtina wê ya hiqûqî nine. Kûbîlay di peyama xwe de wiha got: “Ev girtin bê hiqûqiye, di encama îftira û komployan de pêk hatiye. Girtin me nade şikandin. Em teslîm nabin. Yê ku bi ser bikevin wê têkoşîn azadî, demokrasî û aştiyê be. Divê hemû gelê me xwe bi hêz bike. Bi teqez em ê bi ser bikevin.”