Hevşaredar û gel çûne avahiya şaredariyê

Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli yê mazbataya xwe girt li gel Hulya Alokmen Uyanik a ku bi hinceta BHQ'yiye mazbataya wê nedanê çûne avahiya şaredariyê.

Piştî hilbijartinê bi 16 rojan Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli yê mazbataya xwe girt li gel Hulya Alokmen Uyanik a ku bi hinceta BHQ'yi ye mazbataya wê nedanê çûne avahiya şaredariyê. Mizrakli û Uyanik li gel nûnerên Rêxistinên Civaka Sivîl bi nîşana serfirazyê ketin avahiya şaredariyê.

'ME MAZBATA JI GELÊ XWE STAND'

Mizrakli û Uyanik li Hêwana Civînê ya Meclîsê daxuyaniya çapemaniyê dan.

Uyanik got, ''Ev der malê gel e. Îro jî ev tê jiyîn. Bijî jiyana birûmet'' û domand, ''Me soz daye gelê xwe. Li qadan me got ev der wê bibe malê gel.''. Li ser nedana mazbatê ya bi hinceta ku BHQ'yiye jî Uyanik got, ''Me mazbatayên xwe 31'ê Adarê ji gelê xwe stand. Ev ê wiha bidome, bila ev wiha were zanîn.''

MIZRAKLI: LI TALANA BAJARÊ ME DAN

Hevşaredar Mizrakli jî got, ''Bi qeyûman û darbeyan hewl dan ku destkeftiyên me destser bikin. Bi hişmendiya talanê li talana bajarên me dan. Em 31'ê Adarê çûne ser sindoqê û me bersiva hewce da. 1'ê Nîsanê em ê dest bi peywira xwe bikin, li destkeftî û vîna xwe xwedî derkevin. Her çendî zilmê bikin jî em bi ser ketin.''

'EM VÊ REWŞÊ QEBÛL NAKIN'

Bi hinceta ku BHQ'yî ne, li ser nedana mazbatayan a hevşaredarn jî Mizrakli got, ''Em vê bêhiqûqiyê qebûl nakin. Ev gel wê vê bêhiqûqiyê qebûl neke. Ev rewşa ku li ser wijdanan birînên kûr vekirine wê di nav rûpelên tarî yên dîrokê de cihê xwe bigire.''

'HEVŞAREDARÎ XETA ME YE'

Mizrakli li ser pergala hevşariyê jî got, ''Li hemû şaredariyên me wê pergala hevşaredariyê hebe. Li Şaredariya me ya Mzin jî ev xeta me wê neguhere'' û li ser nedana mazbataya Uyanik got ''ne pêkan e ku em vê qebûl bikin. Li bara vê bêdadiyê em ê bêdeng nemînin.''

'EM Ê PEYMANA BAJÊR SAZKAR BIKIN'

Mizrakli herî dawî got ew ê bi hemû dînamîkên bajêr re bixebitin, Konseya Bajêr dîsa çalak bikin, wê Peymana Bajêr ku meha bihurî bi pêhateyên bajêr re bi hev re hazir kiribûn sazkar bikin û got, ''Em ê bi ser bikevin û bi mîsogerî bi ser bikevin''