Hevşaredar destgîrkirin, 2 endamên TJA’yê jî girtin

Hevşaredarên Êlihê yên ji erkê hatin girtin û qeyûm li ser şaredariyê danîn hatin destgîrkirin, 2 aktivîstên TJA’yê jî hatin girtin.

Bi tayînkirina qeyûm a Şaredariya Êlihê re, polîsan di 23’yê Adarê de di ser gelek malan de girtin, Hevşaredar Mehmet Demîr û Songul Korkmaz, Alîkara Serokê Şaredariyê Şehrîban Aydin, Salîh Çetînkaya, Şukran Çelebî, Adil Araslan, Abdûllah Tarhan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Siyajin Yildirim û Emîne Erdem, endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê Evîn Can û Semanûr Can û belavkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Serhat Bayik destgîrkiribûn. Piştre di heman rojê de 16 kesên qeyûm şermezar kirin hatibûn destgîrkirin.

16 kesên ji ber şermezarkirina qeyûma hatibûn destgîrkirin, hema rojê li ewlehiyê îfade dabûn hatibûn berdan. Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Serhat Bayik, Endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê Evîn Can û Semanûr Can duh sewqî edliyê hatibûn kirin û bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan. 2 aktîvîstên TJA’yê Siyajin Yildirim û Emîne Erden bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.

Alîkara Serokê Şaredariya Êlihê Şehrîban Aydin, endamên meclîsa şaredariyê Mehmet Salîh Çetînkaya û Şukran Çelebî, delegeyên KCD’ê Adîl Arslan û Abdullah Tarhan sewqî Edliya Êlihê hatin kirin.

Hevşaredar Demîr û Korkmaz hîn li Miduriyeta Polîsan a Êlihê tên girtin û îfadeya wan nehatiye girtin.