Hevşardarên Amedê piştî 16 rojan mazbatayên xwe wergirtin

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli, piştî 16 rojan mazbataya xwe wergirt. Mizrakli serketina di hilbijartinê de diyarî Leyla Guven û Gultan Kişanak kir.

Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê yên HDP'î Adnan Selçûk Mizrakli û Hulya Alokmen Ûyanik, ji Desteya Hilbijartinê ya Bajêr mazbata xwe wergirtin.

Piştî Hevşaredaran mazbata xwe wergirtin, li gel parlamenter û rêveberên HDP'ê li pêş Edliyeya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê.

Mizrakli li vir bi Kurdî axivî û got, "Dereng be jî me mazbata xwe girt. Piştî rejîma Qeyûm di roja hilbijartinê de gel mazbata da me. Niha em di bin baranê de vê daxuyaniyê didin. Bila dilopên barana li ser serê me dipare bibe aştî. Me roja ewil mazbata xwe ji gel girt. Îro 160 roj in Leyla Guven li dijî tecrîdê di grevê de ye. Bi hezaran girtî li girtîgehan di greva birçîbûnê de ye. Em hevî dikin ku ev daxwaza wan rê li pêş aştiyê veke. Tecrîd li dijî mirovahî û hiqûqê ye. Em hevî dikin ku êdî ev pêvajo bibe destpêka aştiyek mayinde."

Mizrakli spasiya gelê Amedê kir û got, "Em mazbatayê weke qeyda fermî ya îradeya ku di hilbijartinê de derketiye holê dibînin. Em spasiya gelê Amedê dikin ku bi rêjeyeke bilind a dengan ev derfet da me. Em encama vê hilbijartinê diyarî Birêz Leyla Guven û Birêz Gultan Kişanak dikin ku bi neheqî girtî ye. Bi hêviya ku bibe wesîleya aştiyê."