Hevrêyên Viyan ên li Xantûrê

Gerîlaya ji Başûrê Kurdistanê Viyan hê jî li sertarê Xantûrê ye. Delîla herî mezin a vê yekê jî di rûkeniya gerîlayên jin ên li vê derê ne veşartî ye.

Min timî dixwest Xantûrê bibînim. Ji ber ku Xantûr û Viyan Soran bûne yek. Dema ku qala vê gerîlaya ji Başûrê Kurdistanê tê kirin, di her vegotinê de navê Xantûrê derbas dibe. Firsendê dibînim û yekser berê xwe didim Xantûrê. Em bi lez û bez ber bi qiyame ve dimeşin. Gava digihêjin nîvê rê, çavê me bi kaniyekê dikeve. Ev kanî ruh dide Xantûrê. Gelek sihoriyên ji rengê qehweyî û reş li derdorê digerin. Her ku em dimeşin û xwêdan ji eniya me diherike, em jî xwe weke gerîla dibînin. Di rêya wan mirovên ji dil û ciwan de em dimeşin. Ku dikeve hişê me; Viyan Soran jî ji vê rêyê meşiya ye, em hê bi coş û kelecan ber bi sertarê çiya e dimeşin û ji nişka ve digihêjin ser serê Xantûrê. Dengê kilamên bi Soranî tê guhê me. Xuya ye gelekî kêfa min ji van çiyayan re tê. Li welatên cuda dibe ku jiyan li deşt û bajaran be, lê belê li Kurdistanê jiyan mîna kaniyekê ji sertarên çiya diherike nava bajaran.

NEDÎTINA GERÎLA

Em digihêjin Xantûrê. Xantûr qadeke bi têra xwe fireh e. Tevî ku hevalê li gel min berê Xantûr dîtiye jî, em bi cihê gerîla nizanin. Bi saetan em li wan digerin, lê nabînin. Her hal li cîhanê yekane tiştê ku mirov lê bigere û nebîn, gerîla ye. Em vê carê berê xwe didin jêr û ji rêya hatiye dest bi vegerê dikin. Rêwîtiya me ya ku diviyabû saetek du saetan bidomiya, tevî hewldanên me yên lêgerîna li gerîla, sê çar saetan dewam kir. Tevî ku me gerîla nedît û em vedigerin jî, rûyê me li ken e. Gelo leşkerên Tirk ên ku xerîbê vê erdnîgariyê ye, wê çawa karibin gerîla li van çiyayan bibînin?

JI NÛ VE BERÊ XWE DIDIN XANTÛRÊ

Li ser rêya vegerê em li gerîlayekî rast hat. Dibêje ku wê biçe Xantûrê, lê belê ji ber ku em sê çar saetan meşiyan, nabêje ku em jî pê re biçin. Lê em dixwazin biçin cem gerîla yên li Xantûrê. Em careke din ber bi Xantûrê ve diçin û vê carê li Xantûrê gerîlayên jin me pêşwazî dikin. Ev mirovên ku ligel ewqas şer û tekolojiya leşkerî ya ku dewleta Tirk li dijî wan bi kar tîne jî, gelekî bi moral in, rû li ken in û jiyanê bêhtir zindî dikin. Emrê hemûyan cuda ye, cihên ku jê hatine jî cuda ne. Gerîlaya bi navê Arîn ji Rojava ye, yeka din Tirk e, yek jî Ereb e. Arîn û her du gerîlayên din ên jin, tevî ku ji çandên cuda ne jî, çi xweş li hev dinerin, ji dil dikenin. Li Rojhilata Navîn herkes ketine qirika hev, lê vaye tê dîtin ku dema dewlet di navberê de nebe çi xweş bi hev re dijîn.

EW HEVRÊYÊN VIYAN IN

Dema vegerê ye. Piştî serdana rojekê, dest ji van gerîlayan nabe ku hê ev çend saete ku me hev nas kirine. Ev mirovên bedew li Xantûrê berê wan li serketinê ne û rûyê wan her li ken e. Ew hevrêyên Viyan e. Delîla herî mezin a hebûna Viyan li ser çiyayê Xantûrê, ew in. Ruhê gerîlayeke jin li Xantûrê digere...