'Hevrê Merwan, xeta berxwedan û şoreşê ya ciwanan e'

Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê diyar kir ku endamê YPS’ê Merwan Amed yê ku di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest daye, xeta berxwedan û şoreşê ya ciwanan e.

Têkildarî bîranîna Merwan Amed Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê got ku “Wê bîranîna rêheval Merwan li kolan, çiya û li her qada ku berxwedana ciwanan lê heye, wê were jiyîn.”

Daxuyaniya Însiyatîfa Gel wisa ye:

"Li dijî faşîzma AKP-MHP’ê berxwedana azadiyê ya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê didome. Di vê çarçoveyê de derbên giran li faşîzmê dikeve û têkçûna faşîzmê nêz bûye û di vê berxwedanê de mîlîtanên fedaî ên Kurdistanê tevlî refên şehîdan dibin. Herî dawîn jî di 5’ê Îlonê de li Bestayê Merwan Amed, Arjîn Amed û Şîlan Zeryan gihiştine rastiya şehîdbûnê. Em sersaxiyê ji gelê xwe yê welatparêz û malbatên hevrêyê xwe re dixwazin. Her sê hevrêyên me kedeke mezin dane û nirxên azadiyê afirandine.

Di sala herî krîtîk a têkoşîna me de, di sala 2006’an de rêheval Merwan di çarçoveya tevgera ciwanan de beşdarî tevgera azadiyê bûye û di demeke kurt de bûye pêşengê ciwanan. Di warê geşkirina serhildanê, rêxistinkirina ciwanan de tevkariyeke wî ya mezin çêbûye. Bi salên di nav têkoşînê de bûye mîlîtanekî Apoyî ku bandora wî ne bi tenê li ser ciwanan, li ser hemû beşên civakê çêbûye. Ji ber vê jî dijmin ew kiriye hedef û di çarçoveya operasyonên qirkirinê de dîl ketiye destê dijmin.

Salên di zindanê de ji bo xweavakirian mîlîtanekî Apoyî nirxandiye. Piştî ku azadiya xwe ya fîzîkî bi dest xist berê xwe daye qadên berxwedanê yên xwerêveberiyê û bûye parçeyekî berxwedana Cizîrê. Piştî berxwedana Cizîrê ji bo geşkirina vê berxwedanê berê xwe da çiyayan.

Di vê serdemê de ya ku faşîzma AKP-MHP’ê êrîşî hemû tiştî dike bi têkoşîn, pratîk û şehadeta xwe rêya rizgariyê nîşanî ciwanên Kurdistanê daye. Wê bîranîna rêheval Merwan li kolan, çiya û li her qada ku berxwedana ciwanan lê heye, wê were jiyîn. Ew xeta berxwedan, şoreş û rizgariyê ye. Em li ber vê xeta wî ya şoreşgerî kemberbest dibin û soza bidestxistina rizgariyê didin.”