Hevdîtinên tûra duyemîn ên KNK'ê didomin

KNK'ê, ku dest bi tûra duyemîn a hevdîtinên li ser yekîtiya neteweyî, li Hewlêrê serdana Yekgirtî Îslamî û Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan kir.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), piştî civîna çapemeniyê ya duh, ku "Pêşnûmeya Pîvanan a Karê Yekîtiya Neteweyî" ya ji 21 xalan eşkere kir, ji bo yekîtiya neteweyî dest bi hevdîtinên tûra duyemîn bi partiyên Kurdistanî re kir.

Heyeta KNK'ê ku ji endamên Konseya KNK'ê Farûq Cemîl, Dr. Kamûran Berwarî û Perwîn Ezîz, endamê KNK'ê Ferhat Dostkî pêk tê, piştî serdana duh a li Partiya Komunîst a Kurdistanê, îro li Hewlêrê serdana Yekgirtû Îslamî û Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan kir.

HEVDÎTINÊN TÛRA DUYEMÎN

Rawestgeha destpêkê ya KNK'ê Navenda Giştî ya Partiya Yekgirtû Îslamî bû û ji aliyê Serokê Meclîsa Têkiliyên bi Gel re ya Yekgirtû Îslamî Hadî Elî û endamên meclîsa partiyê ve hate pêşwazîkirin. Piştî hevdîtina saetekê, civîneke hevpar a çapemeniyê hate lidarxistin. Endamê Konseya KNK'ê Farûq Cemîl li civînê axivî û anî ziman, wan pêşnûmeya ji 21 xalan a ji bo komxebatên li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê li ser yekîtiya neteweyî pêşkêş kirine. Cemîl diyar kir, ew dixwazin li ser vê pêşnûmeyê serdana partiyên siyasî bikin.

YEKGIRTÛ ÎSLAMÎ: PIŞTGIRIYA ME WÊ DEWAM BIKE

Piştre Serokê Meclîsa Têkiliyên bi Gel re yê Yekgirtû Îslamî Hadî Elî axivî û got, "Hevalên ji KNK'ê li ser encamên komxebeta li Silêmaniyê pêşnûmeyek amade kirine. Em vî karî hêja dibînin. Ji bo yekîtiya neteweyî wê ji niha û pê ve jî piştgiriya me dewam bike. Em amade ne piştgiriyê bidin her karekî ji bo xêra gelê xwe yê li çar parçeyan."

HIZBÎ ZEHMETKÊŞAN: EV KAR XIZMETÊ JI GELÊ ME RE DIKE

Rawestgeha duyemîn a heyeta KNK'ê Navenda Giştî ya Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan bû. Heyeta KNK'ê li vê derê ji aliyê endama Polîtburo ya Hizbî Zehmetkêşan Niştman Kemal û endamên partiyê ve hate pêşwazîkirin. Li dû hevdîtina ku bi qasî saet û nîvekê li çapemeniyê girtî pêk hat, civîna çapemeniyê pêk hat. Nitîman Kemal li vir axivî û anî ziman, ew piştgiriyê didin her hewldaneke ku berjewendiyên neteweyî dide pêş. Kemal got, "Pîvana me ya mezin, berjewendiyên Kurdistana mezin e. Bi ya me, ev kar jî xizmetê ji gelê me re dike. Çawa ku me beriya niha dest dan vî karî, ji niha û pê ve jî em ê bi erka xwe rabin."

PÊŞNIYARA AMADEKARIYA KONGREYA NETEWEYÎ

Di şêwra 15-16'ê Tîrmehê de li Silêmanî pêk hat, biyar hatibû dayin ku ji bo xurtkirina xebatên ji bo yekîtiya neteweyî li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê 5 komxebat û konferanseke giştî ya ji tevahiya Kurdistanê bê lidarxistin. Hat pêşniyarkirin ku di konferansa berfireh de jî komîsyonên amadekar ên ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurd bên avakirin.