Hevdîtinên Fûad Mahsûm ên li Başûr dewam dikin

Hevdîtinên Serokkomarê Iraqê Fûad Mahsûm ên li Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Lê belê heta niha ti encam ji van hevdîtinan derneketiye.

Serokkomarê Iraqê Fûad Mahsûm, ji bo nirxandina rewşa piştî dagirkirina Kerkûkê derkete holê û têkiliyên navbera Başûrê Kurdistanê û Bexdayê binirxîne, hevdîtinan dike.

Mahsûm li Silêmanî bi rayedarên partiyên siyasî re rûnişt. Di rojeva Mahsûm de hilbijartina Waliyê Kerkûkê û bi cihanîna xala 140. hene. 

Piştî hevdîtinên li Silêmanî Mahsûm berê xwe da Kerkûkê. Li vir jî bi Rakan Alî Cûbîrî re rûnişt ku wekaletî li walîtiyê hatiye tayinkirin. Mahsûm bi endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr re jî civînek pêk anî. Endamên Ereb û Tirkmen ên ITC tevlî civînê nebûn.

Serokkomar Mahsûm wê îro bi rayedarên hikumeta Başûrê Kurdistanê û nûnerên PDK'ê re li Hewlêrê rûnê.

Şêwirmendê Fûad Mahsûm Abdullah Alyawayî bi daxuyaniyekê ragihand ku di hevdîtinan de ti pêşketin û encam bi dest neketine.