'Hevdîtina bi Birêz Ocalan re ji bo tevahiya welêt xêr e'

Rêxistina HDP'ê ya Wanê, bi xebatkarên çapemeniyê re civiya. Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Umît Dede got, rakirina tecrîdê bi kêrî her kesî tê.

Rêveberiya HDP'ê ya Wanê, piştî ku 28'ê Cotmehê di kongreya asayî de hate hilbijartin, bi nûnerên saziyên çapemeniyê yên herêmî û neteweyî yên li Wanê re di taştê de civiya. Hevserokên HDP'ê yên Wanê Yadîşen Karabûlak û Umît Dede, endamên Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Zelal Yerlîkaya, Ozgur Zeydanoglû, endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Şehzade Kûrt, Serokê Koma Meclîsê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Cahît Ozbay ku qeyûm xistine şûna wî, rêveberên HDP'ê yên bajêr û kedkarên çapemeniyê tevlî civînê bûn.

'DI MIJARA SIYASETÊ DE NIKARIN DERKEVIN PÊŞBERÎ BIRÊZ OCALAN'

Hevserokê HDP'ê yê Wanê Umît Dede di destpêka civînê de axivî û got, "Her hevdîtina bi Birêz Ocalan re hate kirin, bi kêrî vî welatî hat... Hevdîtinên bi Ocalan re ti carî zerar neda welêt. Di dema nû de eger AKP bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bike, ev ê ji bo tevahiya welêt xêr be. Siyaseta ku dewletê û AKP'ê di 10 salên bihurî de meşandin, bêçaretiyê nîşan dide... Di mijara siyasetê de nikarin li ber Birêz Ocalan bisekinin. Di nava civakê de bersiveke xurt a Birêz Ocalan heye. Lê hûn vê ji holê radikin. Hûn qels in û nikarin li hemberî Abdullah Ocalan siyasetê bikin. Halbûkî diviyabû dewlet bi wêrekî tevbigeriya. Bi navê şexsê xwe û partiya xwe dibêjim... Rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan bi kêrî berjewendiyên dewlet û gel tê. Eger Tirkiyeyê di demên bihurî de pirsgirêka Kurd çareser bikira, wê cihê xwe yê li Rojhilata Navîn ji îro cudatir bûya. Birêz Ocalan bi gotina 'em bi hev re bikin' şens da Tirkiyeyê ku bibe hêza herêmî, lê belê refleksek li nava dewletê pêşî li vê girt."

'EM Ê BI BERXWEDAN Û KEDA XWE YA JINÊ, TÊKOŞÎNÊ GEŞ BIKIN'

Hevserok Yadîşen Karabûlak piştre axivî û anî ziman ku di nava 2.5 salên dawî de desthilatdariya heyî bi taybetî êrîşî jinan kir. Karabûlak bi bîr xist ku 28 hevşaredarên bi dengê gel hatine hilbijartin hê di girtîgehê de ne û got, "Karê destpêkê yê qeyûman girtina stargehên jinan, bazarên keda jinan bû. Ev yek encameke hêrsa dewletê ya ji têkoşîna jinan e. Li hemberî her şêwe êrîşan em ê têkoşîna jinê xurtir bikin. Xebatên me yên ji bo avakirina meclîsên jinan didomin. 25'ê Mijdarê em ê li Wanê mîtîngeke mezin a jinan li dar bixin. Em ê bi berxwedana xwe, bi têkoşîna xwe pêşî li polîtîkayên şîdetê yên li dijî jinan bigirin."