'Heta ku şert û merc sererast nebin em parastinê nakin'

Girtiyên li Nisêbînê diyar kirin ku heta şert û merc neyên sererastkirin wê parastinê nekin.

Rûniştina Sêyemîn a doza li 53 kesên di dema êrîşên qirkirinê de ji navçeya Nisêbîn a Mêrdînê derketin hate vekirin, di roja duyemîn de ye. Rûniştina dozê li 4. Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê pêk tê û destûr hate dayin ku tenê 10 kes ji malbatan tevlî rûniştinê bibin.

Dozgeriya Tirk xwest 53 kesên hatine girtin girtî bimînin. Piştre xwestin bi rêya Sîstema Deng û Dîmen (SEGBÎS) îfadeya hin girtiyan ji girtîgehê were girtin. Girtiyan red kirn ku bi rêya SEGBÎS'ê îfadeyê bidin û xwestin li salona rûniştinê amade bin.

Dûre Tûfan Îlbaş bi navê girtiyana xivî û qala rewşa hevalên xwe yên birîndar ên girtî kir. Îlbaş got, "Em dixwazin hevalên me bên dermankirin. Divê hûn bê alî bin. Bi vê êşkenceyê hûn tiştekî bi dest naxin."

Îbrahîm Ildiz êşkenceya ku di dema veguhastina ji Nisêbînê li wan hatibû kirin, vegot. Ildiz got, "Ji ber êşkenceyê niha her du guhên min çiriya ne. Hîn jî parçeya şarapnelê di bêvila min de heye. Lê belê zîhniyeteke faşîst a welê li hemberî me heye, tevî ku dibîne jî dibêje 'tiştek nîne, rewşa te baş e'."

Ildiz da xuyakirin ku zext û zordariya li girtîgehan gihîştiye asta herî bilind.

Ji girtiyan Hamît Acû jî diyar kir ku di rûniştina din de divê şert û merc werin başkirin û wiha dewam kir: "Qaşo dewleta hiqûqê ye. Lê belê şert û mercên guncav ji me re nayên afirandin. Em ji Tokatê 12 saetan tên vir. Di rê de avê jî nadin me. Divê hevalên me yên din jî li vir bin."

Girtî Baver Başak jî got, "em edaletê ji dadgehê hêvî nakin" û diyar kir ku eger li girtîgehên nêzî Mêrdînê bên bicihkirin wê karibin hîn baştir xwe biparêzin. Başak destnîşan kir ku eger daxwaza wan neyê qebûlkirin, ew ê jî tevlî rûniştinê nebin.

Firat Çîftçî jî da xuyakirin ku dema ji rûniştina duyemîn diçûn girtîgehê li ser wan bi zorê hate ferzkirin ku bi tazî wan sax bikin û xwest hevalên wan ên nexweş bên dermankirin.

Piştre parêzeran dest bi parastinê kirin. Parêzer Rengîn Ergul xwest, delîl û sûcdarî yek bi yek bên nirxandin û got, "Li vê derê bersûc bi hiqûqa ceza ya dijmin tên darizandin. Erkan Benlî yê li gîtarê dixe, mlê wî hatiye şikandin."

Ergun li ber girtina îfadeya bi SEGBÎS'ê rabû û destnîşan kir ku darizandin di heman demê de darizandina li dijî destketiyên gelê Kurd e.

Piştî parastina Ergul, navber ji rûniştinê re hate dayin.