HEVPEYVÎN

Nedîm Seven: Hemû bangên Rêber Apo ji bo me diyarker in

Endamê Komîteya Navendî yê PKK’ê Nedîm Seven, bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku di 15’ê Sibatê de li Strasboûrgê bi awayekî xurt tevlî çalakiya mezin bibin û got, “Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk tê wê têkoşîna me bidome.”

NEDÎM SEVEN

Endamê Komîteya Navendî yê PKK’ê Nedîm Seven, der barê komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê, çalakiyên fedaî yên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’, rola CPT’yê, sîstema Îmraliyê û hewldanên bênavber ên Rêber Apo yên ji bo çareseriyeke demokratîk ji ANF’ê re axivî.

Endamê Komîteya Navendî yê PKK’ê Nedîm Seven, pêşî şehîdên fedaî yên bi dirûşmeya ‘hûn nikarin roja me tarî bikin’ bi rêzdarî bibîr anî û komplogerên di komploya 15’ê Sibatê de rol lîstine şermezar kir. Nedîm Seven li ser armanca komployê ev tişt gotin, "Helbet armanca komplogeran tunekirina Rêber Apo û belavkirina Tevgera Azadiyê bû. Ew dem ji bo 6 mehan plan kiribûn. Wê demê Wezîrê Karên Derve ya Emerîka ku serkêşiya komployê dikir gotinek wî hebû. Digot, 'me yê di 6 mehan de PKK’ê belav kiriba.' Lê li Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojavayê Kurdistanê û derveyî welat gel xwedî li Rêber Apo derketin û xwe weke sîperan dan pêş. Bi mîlyonan însan rabûn, xwedi li hêvî, azadî û Roja xwe derketin û armanca wan vala derxistin. Komplogeran piştre îtîraf kirin û gotin, 'me nezanî PKK’ê ewqas organîzeyeke xurt e.' Yanî ewqas rêxistinî ye."

‘KOMPLO BERDEWAM DIKE!’

Nedîm Seven, anî ziman ku komplo ji aliyê hêzên hegemon, modernîteya kapîtalîst û hêzên netew dewletan ve hate pêkanîn û wiha berdewam kir, "Destê her yek ji wan dewletan di vê komployê de heye. Lê belê yê ku ev komplo vala derxist jî, Rêber Apo bû. Nêrînên wî yên nûjen ên li hemberî modernîteya kapîtalîst, her wiha di aliyê zîhnî û ramanî de paradîgmayeke nûjen danî holê. Li dijî hemû qirêjiyên ku komplo xwe li ser ava kiriye, divê xweparastin çawa be, nîşan da. Ya duyemîn rola gerîlayên Kurdistanê yên fedaî bû. Gerîla ji bo xwedîderketina Rêber Apo bi awayekî fedaî tevlî pêvajoyê bûn. Ya sêyemîn jî gel li hemû Kurdistanê û dervî welat bi çalakiyên mezin xwedî li Rêber Apo derketin. Di encama vê berxwedana bi heybet de komplo hate vala derxistin. Lê belê komplo bi rêbaz û rengên cuda hewl tê dayîn ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve bê berdewamkirin. Li hemberî wê jî têkoşîna Rêber Apo, Tevgera Azadiyê û dilxwaz û dostên enternasyonalîst û gelê Kurdistanê didome."

‘CPT DI ALIYÊ HIQÛQÊ DE BERJEWENDIYÊN DEWLETAN DIPARÊZ E’

Nedîm Seven, diyar kir ku Rêber Apo di hemû parêznameyên xwe de behsa rola Emerîka, Brîtanya, Îsraîl û Yekîtiya Ewropayê ya di komployê de kiriye û got, “Di hemû parêznameyên xwe yên nivîskî de jî bingeha wan ê birdozîk, siyasî, rêxistinî, parastinî û zihnî rava kiriye. Rola sereke ya Yekîtiya Ewropayê ye. Çawa? Di radestkirina Rêber Apo ya ji bo Tirkiyeyê de bingeheke wê ya siyasî û hiqûqî tine bû. Hûn dizanin hêzên qirêj, hêzên gladyo Rêber Apo li Kenyayê girtin û ew radestî dewleta Tirk kirin. Serokatî vê yekê berfireh dinirxîne û weke operasyoneke mezin a gladyoyê bi nav dike. Rêbazên wê qirêj û derveyî mirovahiyê ye. Li hemberî tu kesî ev rêbaz nehatiye bikaranîn. Yekîtiya Ewropa jî dema Rêber Apo dibin Îmraliyê û radestî dewleta Tirk dikin, yekem car nûnerê wan diçe gel Rêber Apo. Ji xwe Rêber Apo di parêznameyan de vê yekê tîne ziman. Dibêje; ‘yekî extiyar hatibû, pisporek bû.’ Yanî di esasê de nûnerên CPT’yê bûn. CPT ji aliyê mafên mirovan û takekesî de rolek hilda ser xwe. Lê di bingeh de armanca wan a sereke di nava demeke dirêj de rizandin bû. Xwest vê dozê ji çarçoveya gelê Kurdistan, gelên Rojhilata Navîn, mafên civaksaziyê, civakbûyînê derxe, ji exlaq û polîtîka derxe û bixe meseleyeke takekesî. Niha jî ev rol ji aliyê CPT’yê ve tê berdewamkirin. Bala xwe bidin, di prosedûrên hiquqî yên asayî de, divê CPT rola xwe cudatir bilîze, lê belê berjewendiyên dewletan esas digre. CPT bêyî erêkirina dewletan nikare rapora xwe eşkere bike. Lê di meseleya Azerbaycanê de wisa çênebû. Di gelek meseleyan de jî ne wisa ye. Ji ber vê yekê hem rola CPT hem jî di kesayeta CPT de rola Yekîtiya Ewropayê xapandinek e, di aliyê hiqûqî de berjewendiyên dewletan diparêze. Lê têkoşîna gelê Kurdistanê, têkoşîna Rêber Apo û têkoşîna Tevgera Azadiyê plana wan di salvegera 27’emîn a komployê de jî vala derxistiye.”

‘ÎMRALÎ PERGALEK A TINEKIRIN, QIRKIRIN Û DAGIRKERIYÊ YE’

Nedîm Seven, anî ziman ku her çend di dîroka gelan a şoreşgerî de mînakên têkoşînê yên cuda hebin jî, mînakeke wisa balkêş di ti şoreşên cîhanê de nehatiye jiyîn û wiha domand, “Mînak gelek mirovên şoreşger, têkoşer û xwedî lêgerînên cuda hene. Li hemberî rêberekî ku ji bo siberoja cîhanê di nava lêgerînan de ye, rêbazek wiha nehatiye pêkanîn. Îmralî pergalek a tinekirin, qirkirin û dagirkirinê ye. Rêber Apo pergala Îmraliyê weke 'proto-Guantanamo' bi nav kir. Hûn dizanin Guantanamo ji bo mîlîtanên radîkal Îslam ên El- Qaîde hatiye amadekirin. Pergala Îmraliyê di bingeh de cihê pêkanîna projeya bişavtin, helandin, êşkenceya derveyî mirovahiyê û qirkirinê ye. Bi taybet ev pergal li dijî Rêber Apo hat amadekirin. Armanca pergala Îmraliyê di şexsê Rêber Apo de hêviya gelan, hêviya şoreşgeran û welatparêzan şikandin bû."

ÇALAKIYÊN FEDAÎ YÊN ‘HÛN NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN’

Nedîm Seven, ji bo rola dîrokî ya gelên Kurdistanê û dostên wan a ji bo xwedîderketina li Rêber Apo jî ev tişt gotin, "Di 9’ê Cotmeha 1998’an de dema komplo destpê kir, Rêber Apo ji ber zextan neçar ma ji Sûriyeyê derkeve û berê xwe bide Yûnanîstan, piştre Îtalya û Rûsya. Bala xwe bidin di vê pêvajoyê de hestên gelê Kurdistanê, gerîlayê Kurdistanê û xwedîderketina têkoşerên gelê Kurdistanê roleke dîrokî lîst. Ew rola dîrokî çibû? Hê Rêbertî li Îtalyayê bû di 24’ê Kanûna 1998’an de hevrê Berwar li cihekî weke Wanê çalakiya fedaî pêk anî. Mîlîtan û kadroyeke şoreşger û pêşengeke jin bû. Helwestek raber kir. Dîsa hevrê Rojbîn Ereb, hevrê Ferhat, hevrê Xebat, piştre hevrê Şaristan… Di 2’yê Sibata 2006’an de hevrê Viyan çalakî pêk anî. Têkoşîna wê ya ji bo xwedîderketina Rêber Apo xurt bû. Şehîdên fedaî hêviyên xwe di azadiya Rêber Apo de dîtin. Di nêrîn û ramanên nûjen ên Rêber Apo de dîtin. Li hemû parçeyên Kurdistanê û derveyî welat beden û sînga xwe mîna mertal dan ber komplogeran. Ev di dîrokê de yekem e. Di pêşengiya hevrê Halît Oral de ev pêk hat. Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li bajarên mîna Ûrmiye, Tehran û heta Qazwîn bi hezaran gel ên ku ji ramanên Rêber Apo bandor bibûn, rabûn ser piyan. Li Başûrê Kurdistanê li Silêmanî û Hewlêrê bi sed hezaran gel rabûn ser piyan. Li hemû welatên Ewropayê gel xwedî li Rêber Apo derket. Li hemberî gladyo û komplogeran hestên nefret û tolhildanê mezin bû. Di dema komployê de li gelek welatên Ewropayê xwepêşandan li ber konsolosxaneyan hatin kirin. Yek ji wan jî li Berlînê bû, hingî li wir 4 welatparêzên me hatin qetilkirin. Li cihekî weke Rûsyayê hevrê Taylan û Jêhat li Kremlînê bedena xwe dan ber agir. Di dîrokê de ji bo pêxemberan jî şêwazek wiha ya xwedîderketinê pêş neketiye. Ev xwedîderketina hestên azadiyê bû. Xwedîderketina bîr û baweriya Kurdistanê bû. Xwedîderketina welatparêziyê bû. Xwedîderketina hedefa serxwebûn û azadiyê bû. Ji ber vê yekê ewqas fedaî bedena xwe feda kirin."

‘RÊBER APO BI RAMANÊN XWE GEL LI DERDORA XWE KOM KIR’

Nedîm Seven, gotina Rêber Apo ‘eger derfeteke bi qasî serê derziyê jî hebe ez ê wê bixim xizmeta şoreşê’ bibîr anî wiha domand, “Yanî weke ku tunê bîrê bi derziyê bikolî. Bînin bîra xwe, dema Rêber Apo bi komployeke navnetewî, bi rê û rêbazên Gladyo radestî dewleta Tirk kirin, hem gelê Kurdistanê hem Tevgera Azadî hem jî dostên gelê Kurdistanê weke ku di erdhejekê re derbas bûn, matmayî man. Rêber Apo bi raman, nirx, hişmendiya civakî, azadî, neteweyî, hestiyarî û rêxistinî re ku avakiribû, hişt ku gel li dora Rêber Apo bibin yek. Rêber Apo bi sebir, bi înad, bi biryardarî li hemberî wê pergala qirker, carnan bi rojan di hucreyekê de, carna li dijî êşkenceya faşîzmê ya derveyî exlaqa mirovahiyê, li ber xwe da. Bi salan tecrîdeke girankirî li ser Rêber Apo hat pêkanîn. Bi van hemûyan xwestin îradeyê bişkînin, lê Rêber Apo ne weke wan hesap kirîbû. Rêber Apo rastiyek bû ku ji dîrokê re, mirovahiyê re, civakan re îsbat bibû.

‘HEWLDANÊN RÊBER APO YÊN JI BO ÇARESERIYA DEMOKRATÎK’

Tevgera ku Rêber Apo ava kiriye bi hemû kêmasî, xeletî û mijarên rexnedayînên xwe ve, li ser vê xetê ji roja Rêber Apo hat girtin û radestî komplogeran hat kirin heta roja me ya îro, hemû sal û rojên xwe, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîn da meşandin. Mînak hûn pêvajoya dadgehê dizanin. Dema Rêber Apo radest dikin, dîzaynek çêkiribûn. Li gor wê dîzaynê 15’ê Sibatê girtin, 29’ê Hazîranê jî biryara îdamê dan. 15’ê Sibatê li hember nûneriya paşeroja serhildanên gelê Kurdistanê weke Şêx Seîd e. Dîsa 29’ê Hazîranê roja darvekirina wan e. Yanî dijmin, dagirker vê dîrokê bi zanabûn hilbijartin û li gorî wê plana komployê danîn. Lê belê gelê Kurdistanê berxwedaneke mezin raber kir û di encama vê berxwedanê de, di pergala qirker, faşîst û dagirker a dewleta Tirk de guhertin dan çêkirin. Mînak wê demê cezaya îdamê hate rakirin. Dema cezaya îdamê hat rakirin Rêber Apo 2’ê Tebaxê wek 'Cejna gulê' îlan kir. Çima cejna gulê? Ji ber ku biryara îdamê di nava pergala qirker, dagirker, metînger a dewleta Tirk de hat rakirin. Ev biryar ne tenê ji bo Rêber Apo bû. Îdam derveyî mirovahiyê ye. Ev gavek bû. Gavên din ji sala 1993’yan û şûn ve curbecur berdewam dikin û ev lêgerînên Rêber Apo bûn. Agirbesta yekemîn a sala 1993’yan navbeynkariya Mam Celal, danûstandinên wê demê yê Serokê dewletê Turgut Ozal, agirbesta 17’ê Adara 1993’yan, dirêjkirina wê ya heta 8’ê Hazîranê, dîsa di 15’ê Kanûna 1995’an de dubare xwestina agirbestê, di 1’ê Îlona 1998’an de dîsa destpêka agirbesta sêyemîn… Yanî pêvajoyên agirbestan ji bo lêgerîn û çareseriya pirsgirêkan derfet bû. Ji bo danûsitandin, diyalog û aştî rêbazên çareseriyê bûn. Ev pêngav hemû ji aliyê Rêbertî ve hatibûn avêtin. Bingeha wê di manîfestoya şoreşa Kurdistanê de heye. PKK’ê ji ber li dijî êrîşên qirkirinê rê û rêbaz nemaye mecbûr maye çek hildaye û şer kiriye. Di encamê de şer gihîştiye astekê, riya çareserî û danûsitandinê vebûye. Ji 93’yan heta niha hewldanên Rêber Apo ji bo danûstantin, riya çareserî, demokrasî û azadî heye. Di salvegera 27’an de jî ev pêvajo berdewam dike."

‘HETA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO PÊK TÊ WÊ TÊKOŞÎN BIDOME’

Endamê Komîteya Navendî yê PKKê Nedîm Seven, diyar kir ku Tevgera Azadiyê bi biryar û pêngavên nû asta têkoşîn û berxwedanê xurttir kiriye û wiha dewam kir, “Yek ji van pêngavan jî weke ku hûn jî di zanin di 10’ê Cotmeha 2023’yan de ji bo ‘azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd’ hat destpêkirin. Ev pêngav ji aliyê dostên gelê Kurdistanê ve hat destpêkirin. Ji ber ku PKK’ê bi têkoşîna xwe gihîşt asta enternasyonalîzmê. Xeta enternasyonalîstî, demokratîk û sosyalîst pêk anî. Ev pêngav niha kete sala xwe ya duyemîn. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hem li Kurdistanê hem jî li derveyî Kurdistanê, hem dost hem jî welatparêzên Kurdistanê û tevgerên şoreşgerî bi têkoşîna xwe vê pêngavê gihandin lutkeya herî bilind. Ew pêvajoyên 93, 95 û 98’an, dîsa herî dawî salên 2013-2015 ku pêvajoyên Oslo jê re tê gotin, hemû hewldanên ji bo çareseriyê bûn. Armanca wê çareserî bi rêya diyalogê bûn. Lê mixabin dewleta Tirk, nûnerên dewleta Tirk, desthilata AKP’ê vana hemû ji bo berjewendiyên xwe yên desthilatî, yên teng bikaranî. Ji bo çareserkirina pirsgirêka sedsalê hewldan nebû. Di kongreya 11’emîn a PKK’ê de jî ev biryar hat girtin. Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger nebe tiştek ji bo me naye qebulkirin. Dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bibe em riyên danûsitandin, çareserî û gavên din qebûl dikin."

‘DEWLETA TIRK NEÇAR MA BIÇE ÎMARLIYÊ’

Nedîm Seven, destnîşan kir ku di encama berdêlên giran de îro li ser pêvajoyê nîqaş destpêkirine û wiha dirêjî da gotina xwe, “Li her qadê bi pêşengiya jin di nava 27 salan de berxwedaneke bêhempa hat raberkirin. Gerîla, gelê me yê welatparêz, jinên ciwan berdêlên giran di her qadê de dan û xwedî li Rêber Apo derketin. Dewleta Tirk, desthilatdariya AKP’ê û Devlet Bahçelî dîsa mecbûr man biçin ber lingê Rêbertî. Di nava sala 2015 û 2025’an de konsepta înkar, îmha û qirkerinê bi hemû rêbazên qirêj xistin dewrê. Ji bo ku armancên xwe yên Mîsakî-Millî di sedsala Lozanê de misoger bikin, li dijî herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşeke berfireh pêkanîn. Li Rojavayê Kurdistanê Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê hatin dagirkirin. Êrîşên mezin li dijî Mexmûr û Şengal a Başûrê Kurdistanê pêk hatin. Ji bo armanc û berjewendiyên xwe li dijî hemû Kurdistanê êrîşên qirkirin û dagirkeriyê pêk anîn. Hedefa wan ew bû; Tevgera Azadiyê û gerîla têk bibin, îradeya gelê Kurdistanê tune bikin û Rêber Apo bêbandor bikin.”

‘EM DIKARIN LI HER DERÎ ŞERÊ XWEPARASTINÊ BIMEŞÎNIN’

Nedîm Seven, têkildarê nirxandinên herî dawî yên Rêveberiyên PKK’ê yên li ser taktîkên şer jî ev tişt gotin, “PKK’ê bi pêşengiya Fermandariya Hêzên Parastina Gel re, taktîkên nûjen pêş xist. Çend roj berê fermandariya Hêzên Parastina Gel daxuyanî da û got, ‘Êdî me rêbazên nû pêş xistine. Eger pêwîst bike em dikarin û hêza me heye ku em li her derê erdnîgariya Rojhilata Navîn, Kurdistan û Tirkiyê şerê xweparastinê pêk bînin.’ Em ne evîndarê şer in. Wê demê divê yên behsa rê û rêbazên danûsitandinê û çareseriyê dikin, dev ji van hîle û xapandinan berdin. Ew lîstikên ku 23 sal in desthilatdariya AKP’ê dimeşîne êdî nikarin bidin berdewamkirin. Rewşa konjoktûrel hatiye guhertin. Rêber Apo ji bo Rojhilata Navîn tesbîtên pir girîng kiribûn. Ez pêşniyar dikim, her dilxwazekî şoreşa Kurdistanê, heta dostekî welatparêz jî van nêrînên Rêber Apo yên parêznameya Şaristaniya Demokratîk ji nû ve bixwînin. Bi taybetî parêznameya çaremîn a Rojhilata Navîn. Çareseriyên pirsgirêkên netewî, yên olî, yên mezhebî û qeyranên heyî. Ji bo Şerê Cîhanê ya Sêyemîn jî çareserî daniye holê.

‘PIRSGIRÊK LI KU DERÊ BE, ÇARESERÎ JÎ LI WÊ DERÊ PÊŞ DIKEVE’

Niha li ser Şerê Cîhanê ya Sêyemîn 3 sal derbas bûne. Hinek kes dibêjin şerê cîhanê yê sêyemîn li Xezeyê destpê kir, lê ew jî tesbîtên xelet in. Ne wisa ye. Şerê Cîhanê ya Sêyemîn; bi şerê Kendavê re destpê dike, Kendava yekemîn û duyemîn. Dîlgirtina Rêber Apo û pêvajoya radestkirina wî. Hewl dan bi pergala Îmraliyê re îradeya Rêber Apo bişkînin. Rêber Apo nêrîn û alternatîfeke nû pêşkêş dikir, paradîgmayeke nû danîbû. Vê yekê li hember xwe weke xetere dîtin. Piştre bi pêş xistina rêveberiyên netew dewletên nû, netewdewletên ku demode bûne hilweşandin. Navê wê kirin bihara Ereban. Di esasê xwe de li Rojhilata Navîn berjewendiyên modernîteya kapîtalîst, hegemonîst û emperyalîst hebûn. Ji ber ku pirsgirêkên dîrokî yên Rojhilata Navîn li derdorê Hîlala Zêrîn, li Zagros û Torosan destpêkiriye li wê derê wê bê çareserkirin. Şaristanî li wir hatiye avakirin, wê li wir nûjen bibe. Ji bo van tesbîtan nirxandinên berfireh hewce dike. Lê em dixwazin di vir de vê bibêjin, serketina pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê bibe wesîleya çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn û yên hemû gelên cîhanê.

Niha şer li hemû erdnîgariya Rojhilata Navîn belav bûye. Peymana Sykes-Pîcot bê wate bûye. Peymana Sykes-Pîcot di pêşengiya Îngîlîz, Fransa û Rûsan de di sala 1916’an de pêk hatibû. Rêveberiya Lenîn ew deşîfre kirin. Ew sînorên ku bi rastekan hatibûn xêzkirin, wateya wan nema. Lozan jî êdî di 100 saliya xwe de ku li ser bingeha înkarkirina gelê Kurd hatibû avakirin, winda kir. Ji ber wê her gavek, her xebateke ku li Rojhilata Navîn tê kirin, ne weke beriya 100 sale. Gelê Kurdistanê gihîştiye wê astê ku di aliyê bîrdozî, siyasî û rêxistinî de pêşengî ji gelên Rojhilata Navîn re bike. Gel, jin, ciwan û gerîla bi paradîgmaya Rêber Apo ya nû ya ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê re, pêşengî dikin. Siyaset bi çi tê kirin? Siyaset bi hêz tê kirin. Siyaset bi paradîgma tê kirin, siyaset bi exlaq tê kirin. Hêza gerîla heye. Hêza çapemeniyê ya ku bikaribe gelê Kurdistanê di hemû aliyan de, gelê Rojhilata Navîn û cîhanê perwerde bike heye. Hêza medya tê gotin. Pêşengiya herî radîkal a civakê jin û ciwan in. Jina azad, demokratîk û azadîxwaz a herî radîkal di kesayeta heval Zîlan de, heval Bêrîtan de, di şexsê YJA Starê de têkoşîn dikin. Di qadên civakî, çandî, bîrdozî, siyasî û leşkerî de jinên pêşeng hene.”

‘MISOGERKIRINA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO, MISOGERKIRINA AZADIYA GELÊN ROJHILATA NAVÎN E’

Nedîm Seven, gotina Rêber Apo ‘Ez wekî sosyalîstekî dijîm’ bi bîr xist û diyar kir ku pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misogerkirina azadiya gelê Kurdistan û Rojhilata Navîn e. Nedîm Seven, da zanîn ku dewleta Tirk di şer de encam negirt û got ku di encama têkoşîna ji bo pêngava azadiyê de dewleta Tirk mecbûr maye deriyên Îmraliyê veke û wiha dirêjî da axaftina xwe, “Li gorî em ji çapemeniyê dişopînin, di encama van hevdîtinan de, Rêber Apo wê di salvegera 27’an de daxuyaniyekê bide. Em jî bi hemû hêvî û hezkirinên xwe li benda wê daxuyaniyê ne. Lê daxuyaniyên Rêber Apo ji bo me çi dibe bila bibe, misogeriya şoreşa Kurdistanê ye, mîsogeriya sosyalîzmê ye û mîsogeriya hêviyên me yên demokrasiyê ye. Ji bo wê yekê dibe ku pirsgirêk bi daxuyaniyan ve nayên çareserkirin, lê belê em şopdarên Rêber Apo ne. Eger aliyên ewlehî, aliyê tendurustî û aliyên şert û mercên fîzîkî yên Rêber Apo neyên sererastkirin alternatîfên Tevgera Azadiyê jî hene. Di Rojhilata Navîn de hevsengiyên siyasî, ne wek berê ne. Îsraîl sînorên xwe berfireh kirine. Rewşa Îranê li ber çav e, rewşa hêzên hegemonîk di Rojhilata Navîn de ji bo gaz û petrol, av û xetên enerjiyê çi dikin, diyar e. Li hemberî vê alternatîfa Tevgera Azadiyê jî hene. Fermandariya me digot, bijarde. Bijardeyên me hene. Dema em li wan bijardeyan dinêrin, bijardeya rast riyên çareseriya demokratîk in.

‘DIVÊ ŞERTÊN JIYAN Û XEBATÊ YÊN RÊBER APO BÊN RASTKIRIN’

Nabe ti kes hêza Rêber Apo ya çareseriyê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî bikar bîne. Divê şertên jiyan û xebatê yên Rêber Apo bên rastkirin. Divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê mîsoger kirin. Ez di wê baweriyê de me wê hemû rêveberiya me, hemû kadroyên PKK û PAJK’ê di vê pêvajoyê de rast tevbigere, rastiya Rêber Apo esas bigre û li gorî wê bijî. Em bi Rêber Apo re hînê rastiya jiyanê bûn û birêxistin bûne. Em ê bi Rêber Apo re ber bi azadiyê ve biçin.

‘DIVÊ TÊKOŞÎN JI HER DEMÊ XURTTIR BÊ MEŞANDIN’

Rêber Apo 15’ê Sibatê weke roja qirkirina gelê Kurd bin av kir. Ji ber ku îmhakirina pêşengê şoreşê Şêx Seîd ew roj bû. Destpêkirina roja qirkirinê ye. Roja reş e. Hêviyên me ew e ku bangên Rêbertî bibe wesîle ku ev roj ronî bibe. Wê hêzên me, hêviyên me bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re, bigihêje encamê. Wê demê hemû gelên Kurdistanê, Tirkiyê û Rojhilata Navîn wê li ser esasê aştiyê danûsitandinê bikin û şer bidin aliyekî. Pêvajoyek tê meşandin. Em ji çapemeniyê dişopînin. Helbet em jî rêxistinek in. Yanî rêxistineke tenê weke partiyê jî nîne. Hem li Kurdistanê, hem li Rojhilata Navîn û cîhanê, siyaseteke bi bandor dimeşîne. Ji bo wê hemû bang û nêrînên Rêbertî ji bo me derbasdar e. Divê bi daxuyaniyên heyeta Îmaraliyê re em sînordar nemînin. Ya rast çiye? Eger pirsgirêkek wê were çareserkirin, divê li gorî wê pêngav bên avêtin. Ji bo çareseriyê wê nexşerêya çareserî û demokrasiyê pêş bikeve. Divê em têkoşîn li hemû qadan ji hemû deman zêdetir xurt bikin. Xebatên bîrdozî, xebatên siyasî, xebatên civakî, xebatên bi pêşengiya jin û ciwanan xurtir bikin. Yanî rawestan nîn e. Dibe ku rêbazên têkoşînê biguherin, lê ji bo azadî, demokrasî û sosyalîzmê rawesan nine. Pêwîst e mirov têbikoşe."

‘HÊVIYA ME EW E KU EM DI NEWROZÊ DE RÊBERTÎ AZAD BIBÎNIN’

Endamê Komîteya Navendî yê PKK’ê Nedîm Seven, di dawiyê de bang li hemû gelê Kurd û dostên wan kir ku di 15’ê Sibatê de li Strasboûrgê bi awayekî xurt tevlî çalakiya mezin bibin û got, “Em di wê baweriyê de ne ku jin û ciwanên Kurdistanê wê di asta herî jor de pêşengiya çalakiyan bikin. Hêviya me ew e ku em di Newroza îsal de Rêbertî di aliyê fîzîkî de azad bibînin. Ev hêvî û daxwaza me ya hemû şoreşgeran e.”