Hêzên gerîla ji hewayê li Tûgaya Rûbarokê xistin
HPG'ê got, "Tûgaya Sînor a 1'emîn a Rûbarokê 2 caran, pîsta helîkopterê ya li vê tûgayê carekê û li heman herêmê Qereqola Mawan a li Hacîbegê jî carekê bi balafirên kamîkaze hatin bombekirin."
HPG'ê got, "Tûgaya Sînor a 1'emîn a Rûbarokê 2 caran, pîsta helîkopterê ya li vê tûgayê carekê û li heman herêmê Qereqola Mawan a li Hacîbegê jî carekê bi balafirên kamîkaze hatin bombekirin."
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:
"Agahiyên berfireh ên çalakiyan û êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne:
Hêzên Parastina Hewayî;
11'ê Sibatê saet di 23:00 de Yekîneya Şehîd Dogan Zinar a ser bi Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal 4 çalakî pêk anîn. Li bajarokê Rûbarokê yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê Tûgaya Sînor a 1'emîn a Rûbarokê 2 caran, pîsta helîkopterê ya li vê tûgayê carekê û li heman herêmê Qereqola Mawan a li Hacîbegê jî carekê bi balafirên kamîkaze hatin bombekirin.
Ev çalakî weke bersiva li êrîşa dewleta Tirk a 27'ê Çileyê ya li Ranyayê hate kirin ku di encamê de hevrêyê me Azîz Koyluoglû û 4 mirovên me yên sivîl ên pê re şehîd bûn.
Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
10'ê Sibatê saet di 12:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
11'ê Sibatê saet di 14:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar dema ku dagirker ketin nava liv û tevgerê bi çekên giran lê hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
Li Herêma Xakurkê;
10'ê Sibatê saet di 09:45'an de li Qada Berxwedanê ya Sinînê bi çekên giran li dagirkerên li Girê Şehîd Hêmin hate xistin.
Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;
11'ê Sibatê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;
Di navbera 8 û 12'ê Sibatê de li herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Şehîd Şerîf û Goşînê 3 caran, li herêma Qendîlê qadên Bêpala, Newroz û Girê Roj 4 caran, li herêma Garê qadên Mêranê, Bergarê, Meçrobotkî, Yekmalê, Kanî Sarkê, Dêreşê, Zêvkê, Rêbînê, Girê Zengil 13 caran, li herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Bêşîlî carekê, li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Bahar, Girê Amediyê 4 caran; bi giştî 25 caran bi balafirên şer hatin bombekirin."