Kawa Nadir: Dema azadiya Rêber Ocalan û hesabxwestina ji komplogeran e

Kawa Nadir ku di sala 1992'an de bi şandeyekê serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiribû, destnîşan kir ku dema azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan hatiye û got, "Li gel azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan divê hesab ji hêzên komploger bê xwestin."

Ji Başûrê Kurdistanê gelek kesî salên 90’î berê xwe dan Sûriye û çûn gel Ocalan civiyan. Yek ji van jî çalakvanê siyasî Kawa Nadir bû ku sala 1992’an ji Başûrê Kurdistanê bi şandeyekê ve berê xwe da Sûriyeyê û li Geliyê Bekayê cara ewilê Ocalan dît. Kawa Nadir têkildarî serdan, dîtin û hestên xwe yên bi Ocalan re bersiva pirsên me da.

Berî hûn biçin gel Birêz Abdullah Ocalan we Ocalan kesek çawa nasî bûn?

Ew demek bû ku me li ser ragihandina Erebî guh li PKK’ê û Serok Apo bûbûn. Sala 1989’ê bi rêya heval Reûf têkiliyek me çêbûbû. Me dixwest bi hevalan re û dîsa hîzba Şûî û Zehmetkêşan û beşên bê alî li Başûrê Kurdistanê karek baştir bikin. Eniyeke demokratîk û serbixwe ya Kurdistanê ava bikin. Dest bi şerekî çekdarî bikin li dijî dijminên Kurdan. Me bi ragihandên zanî ku Rêber Apo pêşengê tevgerekê ye li Bakur kar dike. Hêviya me pir bi hevrêyên PKK’ê dihat. Me zêdetir weke lîderekî partiyê lê dinêrî. 

Hûn kengê çûn gel Birêz Abdullah Ocalan, hestê we yê yekem çibû, çawa nêzîkî we bû?

Derdora meha 6-7 a 1992’an bû piştî me dît ku xebata li vir ku li gel beşên bê alî yên Kurdistanî encamek baş nagire, bi rêya Mahîr Welat li Enkawa bû me têkilî danî. Piştre me bihîst ku Rêber Apo dixwaze karek mezin ji bo Başûr bike, alîkarî bike. Me biryar da em biçin gel nîqaş bikin. Dîsa wê demê dorpêç li ser Başûr hebû. Kamyonên xurekê nedikarî ji Bakur derbasî Başûrê Kurdistanê bibin. Serok Apo ji vê têkiliyê pir kêfxweş bûbû. Serê meha 8’na em gihiştin gel Birêz Ocalan. Saetên êvarî ji Şamê em derketin û heta cihekê çûn, piştre bi peya em hilkişiyan ser çiyayekê heta gihan Bekayê. Saetên şevç em gihan Kampê berpirsê kampê yê leşkerî heval Emîn bû, agahî da wî wisa derbasî kampê bûn. Em çûn konê ku mêhvanxane bû, Serok li benda me bû. Pêşwaziyeke pir germ û jidil li me kir. Me nan û penîr bi hev re xwar. Heta saet 22:00’ê şevê em bi hev re bûn. Sohbeta jiyanî me dikir. Heta wê gavê qet nîqaşeke siyasî nebû. Li ser rewşa hatin û rê me nîqaş kir. Saat 22:00’an ji bo me got; ‘Hûn bi razin ez diçim’. Ev peyva ‘birazin’ ji wî fêr bûm, her wiha dema bi rêkirinê jî got; ‘Biçin Beyrût cuncik û buncik bikirin’ van peyva Botanê ji wî fêr bûm. Sibehê li derve raketibûm, dema min dît, saet derdorî 05:00 Ocalan û çend heval dest bi werzîşê kirin  û saet derdorî 08:00’an me bi hev re taştê kir û piştre çûn perwerdê.

Hûn çiqasê man bi gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çiqasî raman û felsefeya wî bandor li we kir?

Nêzî 11 rojan em li gel man. Sê rojan li heman cihî bû, weke din li mêhvanxaneyê bûn. Cihê wî pir ji me dûr nebû. Nanxwarin em bi hev re bûn. Perwerde em bi hev re bûn. Carekê li perwerdeyê me rexne kir û guh da me. Gotin şaş ba, rast ba, pir bi aramî guhdar dikir. Her gotinên rast û di cih de bû, bê dudilî pêk dianî. Mijarên li ba me nakok bûn, bi me da famkirin. Me nîqaş li ser vê kir. Baweriyek pir mezin dida mirov. Xwedî pêşbîniyên kûr bûn. Ji bo gotinê wî mirov dizanî ku pêşengê gelekê ye. Hesta wê yekê dida mirov ku bikare Kurdistaneke azad a çarparçeyî çêbike. Di wê hêvî û baweriyê de bûm ku eger kadryonê wê demê hemû pêşbînî û nêrînên Serok Apo pêk bianîba, teqez rewşa niha ya Başûr wê pir cudatir bû. Ji xwe çûyîna me li ser çend mijaran bû, divê alternatîfek ji bo başûr bibînin. Bi hev re kar bikin. A duyemîn jî mijara dorpêç û ambargoyê ye. Ji ber pirsgirkên bi desthilata Başûr re, ambargo ser gel heye, ev yek bandoreke mezin li ser civakê kiriye. Daxwaz dikin ku ev ambargo rabe. Serok zêde behsa eniya Kurdistanî kir. Me got nêrîna hemû partî li ser vê ne yek e. Nêrînên ne baş li ser başûr gihandibûn serok Apo. Em ev yek nîqaş kir. Hevalan rastî ji bo we negotine. Piştî vê yekê çû bi rêya cîhaz, heman rojê dawî li dorpêçê anî û rê dabû kamyon xorek bîne Başûrê Kurdistanê. Ji bo yekîtiya netewî nameyek nivîsîbû û şand. Wê demê Cewher Namiq serok Parlementoyê bû û Kusret Resûl hebû. Min bi xwe peyama bi dîmen gihande wan. Peyamên Ocalan hemû ji bo yekîtî û hevrebûna hêzên Kurdî û Kurdistanî bû. 

Dema hûn ji gel Ocalan vegeriyan tiştek taybet ji bo we got an na?

Bi wesayîta xwe em şandin Beyrût. Em 7 kes bûn li gel ajokar. Ji bo me got; ‘Hêviya min pir bi we heye ku li Başûr karek baş bikin.’ Gelek razî bû. Me daxwaz kiribû ku partiyeke siyasî ava bikin ku bibe alternatîf xelk kom bike di çarçoveya ku em li ser li hev kiribûn. Dema name da me gotibû; ‘Min jî qebûl bikin ez jî yek ji we. Eger hûn min qebûl bikin kêfxweş dibim.’ Piştre merasîma oxirkirinê destpê kir. Li bîra min e du hevalan ew himêz kir got; ‘Tu rêberê me yî, tu Serokê me yî’.

15’ê Sibata 1999’an Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hevkariya hêzên Ewropî û hevkariya navxwe bi rengekî dîl hate girtin û radestî dewleta Tirk a dagirker kirin. Dema ku agahiya dîlgirtin Ocalan we bihîst we çi hîs kir?

Kesek ku hêviya gelan be, binasî û pêre jiyabî, bikve destê dijmin; ma mirov wê bikeve nava hestên çawa? Pir giran bû, bi êş bû. Heman roja piştî ku me ev agahî bihîst, peyamek da. Peyama me bi rêya faksê giha Med Tv û peyama me li wir hate belavkirin. Me bang li hemû partiyên siyasî kir ku navenda partiya Şûî kom bibin. Asayîş dor me girt û hemû partî belav bûn. Tenê em man. Me hewl dan xwe bigihînin xelkê ku li ber vê rewşê xwedî helwest bin. Girtina Ocalan ji mêj ve bû pîlana wê dihate kirin. Îstixbarata NATO mijûl bû bi vê yekê re. Xelkê herêmê zêdetir girîngî dabûn Tevgera Kurd, sempatiyek baş bidestxistibûn li başûr. Wan wisa texmîn dikir ku eger Ocalan bigirin, wê kadroyên tevgerê belav bibin û tine bibin. Li rastî pîlan li ser Kurd bû, pîlan ne tenê Ocalan bû. Ocalan ne tenê serokê partiyekê li Başûr û li Rojhilat jî hatibû nasîn. 

Ji bo gelê Kurd Ocalan tê çi wateyê bi dîtina we?

Ocalan yek ji wan kesan e ku ji bo gelê xwe rizgar bike têkoşîn daye dibe mezintir be. Ji bo Çîniyan Mao çi be, ji bo Yugoslavya Josip Broz Tito çi be, ji bo Hinduyan Gandî çi be, Ocalan jî ji bo Kurdan heman e. Ji bo Kurd û rizgarkirina Kurdistanê xwedî heman rol e û heta dibe ji yên wan bilindtir be jî. Ocalan yek ji wan pêşengane ku li Bakurê Kurdistanê Kurd ji mirinê rizgar kir. Ocalan bi destpêkirina pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an Peymana Lozanê têk bir. Ger Ocalan li derve bûna, wê teqez di mijara çareseriya pirsa Kurd de guherînên mezin bihata kirin. 

Niha li her derê Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê kampanyayên daxwaza azadiya fîzîkî ya Ocalan dikin, hatine destpêkirin. Di roja îro de ji bo azadiya Ocalan divê çi bê kirin? 

Ocalan kesek nîne, lîderê Tevgera Azadiyê ye. Me li Başûr jî ji bo azadiya wî dest bi kampanya milyonek îmzeyî kir û di vê çarçoveyê de milyonek îmze kom kir. Dema azadiya wî ya fîzîkî hatiye. Divê hêzên Ewropa li gorî hiqûq û qanûnên xwe nêzîkatî li Ocalan bikin. Divê ne hema bê azadkirin, hesab ji sazî û hêzên ku li hember komplo pêk anî jê bê xwestin. Ocalan destnîşan kir ku mafê wî heye divê dubare bêdadgehkirin û parastina xwe bike. Niha pêwîstiya me bi kesekî weke Ocalan heye. Dema wê hatiye ku Yekîtiyeke Neteweyî bê avakirin. Di vê çarçoveyê de xebatê bike. Li gorî hemû hiqûqê ew terorîstin, PKK hêzeke şoreşger e. Ocalan serokê vê tevgerê ye. 

Bê Ocalan çareserî pirsa Kurd dibe yan na?

Ji xwe armanca dîlgirtinê ew bû ku çareseriya pirsa Kurd nekin. Pirsa Kurd netê weke pirseke girêdayî Kurdan nîne. Ocalan ji bo hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareserî ye. Ji bo aştiya hemû Rojhilata Navîn kilîl e. Niha fêm kirin, bê Ocalan, bê PKK û gelê Kurd ne mimkune aştî bibe. Kilîda hemû çareseriyan li gel Ocalan e, kilîda çareseriya duyem li gel PKK’ê ye, kilîda çareseriya aştiyê beşek mezin li gel gelê Kurd e. Bê Kurd aramî û aştî pêk nayê. Ocalan kilîda çareseriyê ye. Bi çareseriya pirsa Kurd, wê dawî li teror, dizî û gendeliya desthilatan bê.