Heşdî Şabî wê ji Şengalê vekişe!
Qeymeqamê Şengalê Mehma Halîl got Heşdî Şabî ji Rabîayê vekişİya û ji bo vekişîna ji Şengalê jî biryar hatiye girtin.
Qeymeqamê Şengalê Mehma Halîl got Heşdî Şabî ji Rabîayê vekişİya û ji bo vekişîna ji Şengalê jî biryar hatiye girtin.
Piştî referandûma ‘xweseriyê’ ya 25’ê Îlonê li Başûrê Kurdistanê hêzên artêşa Iraqê û milîsên Haşdî Şabî mudaxele kirin serî de Kerkûk û heremên ‘bi nakok’ kontrol kirin. Milîsên Haşdî Şabî 17’ê Cotmehê ketibûn Şengalê.
Qeymeqamê Şengalê Mehma Halîl daxuyiniyek da û têkildarî hebûna mîlîsan a li Şengalê agahî da.
Mehma Halîl got hêzên Heşdî Şabî ji Rabîa vekişiyan e û ji bo vekişîna ji Şengalê jî biryar hatiye girtin.
Halîl diyar kir Heşdî Şabî bi mensûbên Şengalê re civiyane û ev agahî parve kir;
“Heşdî Şabî bi mensûbên Şengalê re civînek çêkir. Di civînê de hate ragihandin ku wê ji Şengalê vekişîn û navçeyê radestî gelê herêmî bikin. Biryar li ser daxwaza gel hatiye girtin. Heşdî Şabî dît ku Şengal ne herêma xebatê ye. Ev 2 roj e têkildarî vekişînê civînan lidardixin û çekên di destê gel de jî kom kirine.”