Herêma Garê ji aliyê balafirên şer ve hate bombekirin

Herêma Garê ku PDK'ê doh hêzên xwe yên leşkerî şand herêmê, ji aliyê balafirên şer ên dewleta tirk ve hate bombekirin.

Piştî ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hêzek leşkerî bi çekên giran sewqî herêma Dînarteyê kir, balafirên şer ên dewleta Tirk herêm bombebaran kir.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, PDK'ê doh hêzeke xwe ya taybet a bi navê Gulan li gel çekên giran sewqî herêma Dînarteyê ya ser bi Akrê ya li herêma Behdînanê kir, ku ev herêm weke qada gerîla tê naskirin.

Piştî vê veguhastina hêzên PDK'ê, balafirên şer ên dewleta Tirk heman herêm bombe kir.

Derbarê ziyana bombebarana Tirk de ti agahî nehatin bi dest xistin.