Herdu Harûnan dan ser şopa Zîlan

Harûn Firat (Yûnûs Alkan) nasnavê Mehmet Alkan li xwe kir û da ser şopa wî. Di bedenekê de bi du Harûnan li ser rêya Zîlan meşiyan.

Li qada Şehîd Xursî ya Zapê de berxwedanek mezin hat raberkirin. Dewleta Tirk 5’ê Mijdara 2022’an çekên kîmyewî bi kar anî û 11 gerîla şehîd ketin. Ji gerîlayên şehîd Harûn Firat (Yûnûs Alkan) ji pismamê xwe Mehmet Alkan bû, nasnavî wî li xwe kiribû. Di sala 2014’an tevlî nava refên gerîla bûbû. Mehmet Alkan sala 2006’an hate dîlgirtin, li girtîgeha dewleta Tirk a li Mersînê, bi gotina “Jiyanek bi Zîlan ti astengiyan nas nake” çalakiya fedayî kir.

Dema ku Mehmet Alkan di kovara Gelê Azad de kar dikir, piştî Komploya Navneteweyî hat girtin. Sala 2001’an tevlî nava refên gerîla bû. Ji bo li dijî komployê têkoşînek bi çalak bi rêve bibe, tevlî nav Hêzên Taybet bû. Êdî esasê têkoşîna wî, Zîlanbûyîn e. Têkildarî Zîlanbûyînê gelek nivîs û helbest hene. Di nameya xwe ya dawîn de, hemû lêhêrbûnên xwe yên li ser vê yekê diragihîne.

HEVRÊYA WÎ QALÊ DIKE

Hevrêya wî Bêrîvan Sûrûç wiha behs dike: “Bi Rêbertiya me re bi dilsoziyên mezin, di girêdanbûna dil a bi hev ve û diyariyên pîroz de kom bûn; bi hemû şewata xwe re hîs kirin û di agirê azadî û şer de xwe ava kirin. Fedayîtî xetek zirav e, di nava dilan de. Fedayîtî pêlek germ heta Rêbertî ye, yekbûna dil e. Bi vê yekbûnê re hîsên mezin dibin, em di hestan de xwe mezin dikin. Me digihînek rûmeta jiyîna bi mirovek fedayî re. Armanc, di şert û mercên li ser xeta Rêbertî de kom bûn û jiyana nû ava kirin e. Dema wisan dibe, her parvekirinek hîn bi watedartir dibe.

Hevrê Harûn jî yek ji benên herî bi hêz a xeleka wateyê bû. Min Heval Harûn di demek a ku me hestên zêde dijiyan de, nas kir. Di radyoyê de agahiyên têkildarî Rêbertiya me, dihatin pêşkêşkirin. Rêbertî wiha gotibû, ‘di serî wî de gelek werimîn çêbûne, lêvên wî birîn bûne, şevan nikarek saetekê jî birazê, di nefes standinê de zorî dikêşe, her deqeyeê hişyar dibe’. Em hemû jî hinek bi hêrs û hinek aciz bûn, lê di meyzandinên wî de wateyek din hebû. Di çavên wî de hêrs ew qas kom bûbû, hest ew qas zêde bûbûn ku nedîtina wê ne pêkan bû. Divê mudaxeleyî vê geşedanê hatiba kirin. Min piştre fêm kir ku bi biryarbûn xwe daye liv û tevgerên wî.

ASTA XWE YA BIRYARDARIYÊ PARVE KIR

Heval Harûn di vê pêvajoyê de got, tevlêbûn û çalakiyek Zîlanbûyînê pêwîst dike û di waneyên ku me dîtiye de asta biryardariya xwe bi hemû hevalên xwe re parve kir. Bi dilê xwe yê bi hêvî û dengê wî yê ku wêrekiya wî nîşan dida, bi heskirin meyze her hevrêyê xwe û soza xwe ya tevlîbûna fedayî anî ziman. Êdî ew rêwiyê nemiriyê bû. Mîna ku têhnê fikrê Rêbertî bû, ruhê wî yê azadiyê bi bask dibe û hedefa xwe dibîne û bi heskirina hevrêtiyê xwe tîmar dike. Bi soza ‘Ez ê bi çalakiya xwe pirên dilsoziya bi we re ava bikim û di xwazim hemû bedewiyên ku jiyana we û berhemê we ne nemir bikim’, têkîliyên xwe yên bi Rêbertî re bi awayê herî sade anî ziman.

KÊFXWEŞ, KELECAN Û BI COŞ BÛ

Êdî ji rêwitiya nemiriyê re kêm dem mabû. Efsaneya dîtina Zîlanê pêk dihat. Gelek keyfxweş, kelecan û bi coş bû. Li gel vê yekê di çavên wî de xemgînî jî bû. Ji çiyayên xwe, van hevrêyên xwe yên bedew dûr diket. Hemû jî veşart dilê xwe û birin… Cara dawîn şîva xwe xwaribû. Di 27’ê Mijdarê de dest ji xwarina goşt berdabû. Ev yek mîna şerê bi nefsê xwe re, girtibû dest. Lewma di şeva dawîn de, di sofreya bê goşt de xwarina xwe xwaribû. Cara dawî jî tevlî niştimayê bû. Çû ku sonda ‘Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok’ pêk bîne. Carek jî çiye, li cihê xwe nedisekinî. Wêneyên hemû hevalên xwe digirt. Wêneyên ku dixwest mayînde bihêle, di rastiyê de heskirin û dilsoziya wî bû. Ti kesê nedizanî ku ketiya rêwitiya xwe ya mezin. Cara dawî bi hevrêyên xwe re ça vexwar, berdaxên li ber hevalên xwe kom kir, ev xizmet jî îhmal nekir. Beriya ku biçe, deqeyên wî yên dawî bûn. Bi meyzandinên xwe ronahiyek bê hempa, di çavên hevrêyên xwe de vedana xwe didît. Di şexsê hevrêyên xwe yên ku cara dawîn hembêz kirî de, hêviyên gelekî hembêz kir û dest bi rêwitiya xwe kiribû. Dema ku nêzî cihê kampê yê nedihat dîtin bû cara dawîn li çiyayên xwe nêrî, meyzeyî hevrêyên xwe yên li kampê kir. Li vir dîsan jiyan bi xwezabûna xwe pêşve diçû lê dil û heskirina wî ya ji Zîlanê re ew qas mezin bûbû.

HER FEDAYIYEK SIRÊ XWE AVA DIKE

Ma kî/ê dizane ku; tişên di wê kêliyê de bilê xwe re axivî. Li vir xwe digihîne sirê pelpelîtanka di nava agir de. Encex dema ku me mîna Harûn jiya, em ê bigihijîn zanebûn û dilnizmiya vê. Niha em behs dikin ku wê di agir de evîna xwe, di agir de beza xwe, di nava agir de li tiştekê digeriya. Ji bo vê yekê mirov dikare qala kêliya wî ya zanebûnê bike, ji ber ku yê vê dizane dijî. Her fedayî sirê xwe ava dike û dijî. Mîna vedana pelpelîtanka çaremîn a di nava agir de, xwe gihandina vê sirê jiyîn û şerkirina mîna wan e. Tevî her tiştê ti kes ji me nikare kêliya ku Zîlanê bedena xwe teqandî, bîne ziman. Ti kes ji me nikare kêliya ku Viyan bi agir re bûyî yek, tarîf bike. Dîsa em nikarin kêliya ku Harûn ben dayî stûyê xwe, vebêjin. Ew kêliya dîrokî ya pîroz, kêliya ku ew dijîn, wan ava kiriye. Ji bo em wê kêliyê fêm bikin, divê em jî di wê kêliyê de ava bibin. Em hîna kesên ku li dora agir xelek çêdikin in, lê wan di nava agir de xwe gihand zanebûnê û jiyan.

NIHA PÊL BI PÊL DIHERIKE

Her pelpelîtankek qala pêşiya kêliya ku jiyaye, dike. Her fedayî behs dike ku çima hatiye avêtina nava agir; dizane di nava agir de bişewite, biteqe, xwe ji zinaran berde. Têkildarî vê mijarê, em bêzanebûna xwe ya li hemberî wan qebûl dikin û digihijin sira fedayîtiya evîna ku ew ava kirine. Kîjan pelpelîtankê piştî şewitî, fêm kiriye ku şewitîn çiye! Şewitîn hevdîtina herî mezin a di nava wan û dem de, wan û kêliyê de ye. Sirê mezin ê hevdîtinê, encex kesên bijîn dizanin. Wê demê fedayîtî çalakiya ku xwe gihandina evîna xwe, sira xwe ye. Evîna Harûn wisan bû ku; deriyên sar ên dijmin û kelemçeyên wan şikand, herikî xaka pîroz a Kurdistanê. Harûn niha li Kurdistanê pêl bi pêl diherike. Evîna wî ya fedayîtiyê, mîne çemekê hemû astengiyan derbas dike û xwe digihîna xaka Kurdistanê. Xerîbiya wî ya esil jî, bi Zîlanbûyînê ronahiyê bigire. Ev yek pêk nehat. Ji bo vê yekê di tarzê rumetê yê samurayan de, bi xwe re dîsa li dijmin xist.”

DI BEDENEKÊ DE DU HARÛN

Harûn Firat (Yûnûs Alkan) piştî nameya Mehmeh Alkan a ku bi kûrahî qala mîna Zîlanbûyînê têde kirî, ket nava lêgerînekê û bi gotina ‘jiyana rast şaş nayê jiyîn’ tevlî nava refên gerîla bû. Ew jî piştî ku tevlî nava gerîla bû, tevlî nava Hêzên Taybet bû. Êdî weke şopdarê jiyîna bi Zîlanbûyînê, bi navê ku standiye re bû yek. Du Harûn veşartin bedenekê, weke fedayiyê jiyîna bi Zîlanbûyînê têkoşîna xwe bi watedar kir. Wateya ku li ser jiyanê bar kir, timî di nava têkoşînê de mezin kir.

Ji bo bi awayek bi çalak ji êrîşên dagirkeriyê yên ku dewleta Tirk ev du salên dawî pêk tîne re bibe bersiv, derbasî Zapê bû. Demek dirêj di nava tîmên bi tevger de pêşengî kir û di gelek çalakiyan de cihê xwe girt. Li dijî çekên kîmyewî û qedexe, bû parçeyek ê berxwedana mezin. Bi vê zanebûnê li ser rêya Zîlanê, mîna Harûn jiya. Li keleha berxwedanê ya Şehîd Xursî sendroma Zapê bi dewleta Tirk da jiyîn. Efser û leşkerên li cem wî yên girêdayî navenda artêşa tirk, hatin cezakirin. Ev efser bi awayek taybet weke koordîneyê bikaranîna çekên kîmyewî û yên êrîşên dagirkeriyê, cih digirt. Qada Şehîd Xursî ya ku 11 gerîlayan lê li ber xwe da hat hedefgirtin, gelek çekên qedexekirî hatin karanîn. Ji ber vê yekê 11 gerîla bi çekên kîmyewî şehîd bûn.