Her ku dibêjin 'PKK qediya, wê biqede'...

Her ku desthilatdariya Tirk dibêje 'PKK qediya, diqede', PKK her roj hîn bi xurtî li ber radibe. Mîna 26'ê Îlonê li Mezîtlî, 1'ê Cotmehê li Enqereyê.

Desthilatdariya Tirk bênavber derewan dike. Vê yekê di nava her şert û mercî de dike.

Weke ku tê zanîn kamûflaj taktîka dema nû ya gerîla ye, bi taybetî li hlemberî teknîka şer yek ji amûrên bingehîn ên gerîla ye. Di nava 8 salên dawî de artêşa Tirk a mêtinger di şerê dijî vê yekê de zehmetî kişand, bi hezaran windahî da. Li gorî xwezaya mirovan li cihê ku bandor lê hebe guhertinên erênî yan jî neyînî lê dibe. Di nava şert û mercên şer de jî be hêz bandorê li hev dikin. Dişibin hev an jî hewl didin bişibin hev. Taktîka kamûflajê ku gerîla bi xurtî bi kar tîne, di destê dewleta Tirk de jî veguheriye amûra nixumandina derewan. Lê belê her çend hewl dide windahiyên xwe vejêre jî nikare vê yekê bike.

KA DIGOTIN PKK QEDIYA YE

Her ku desthilatdariya Tirk dibêje 'PKK qediya, diqede', PKK her roj hîn bi xurtî li ber radibe. Di 26'ê Îlonê de li Mersîn-Mezîtlî, di 1'ê Cotmehê de li Enqere-Wezareta Karên Hundir. Di ser salvegera çalakiya fedaî ya Sara û Rûken hîn çend hefte derbas bû, çalakiyeke duyemîn a fedaî hate kirin. Gelek kes hene ku bi rengekî eşkere naxwaze bipirse. Her kes di nava xwe de vê pirsê dike: 'Ka PKK qediya bû, eger qediya bû çima bi vî rengî dibe, ku li ber bêvila dewletê çalakiyê dikin lê dewlet pê nahese?', 'Eger tenê komek mabe, eger nikarin ji qadên xwe derkevin çawa dibe ku li dilê Tirkiyeyê li navenda Enqereyê çalakiyeke bi vî rengî dike?', 'Li navenda Enqereyê, li cihê ku herî zêde xwe ewle dibîne çawa dibe ku çalakiyê dike?'

Di vir de eşkere dibe ku teknîka dewletê ya ku gelekî dinepixînin li hemberî fedaiyên PKK'ê bi kêr nayê. Diyar e ku fedaî dema ku ber bi çalakiya xwe ve diçin dixwazin vê peyamê bidin cîhanê, 'Teknîka herî mezin mirov bi xwe ye'.

FEDAIYÊN KU BERÊ XWE DAN ARMANCA XWE

Rojhat û Erdal bi çalakiya xwe bûn nîşaneya herî mezin a vê yekê. Aliyekî din ê çalakiyê jî hesasiyet û xwînsarî ye. Di encama çalakiyê de jî diyar bû ku Erdal û Rojhat bi rojan berê xwe dan çalakiya xwe. Her tişt bi detay nirxandin û li dilê dijminê herî mezin ê mirovahiyê xistin.

EV YEK TENÊ HIŞYARÎ BÛ

Rojhat û Erdal ne ji bo kuştina hinekan çûn. Ew li dijî bêdengiya li hemberî qetilkirina zarokên gelekî bi çekên kîmyewî li wê derê bûn. Ew li dijî kuştin û êşkenceya li zindanan li wê derê bûn. Ew ji bo gelê Kurd ê mehkûmî bênasnametiyê hatiye kirin li wê derê bûn. Ji bo nîşan bidin ku eger dewlet di polîtîkaya qirkirinê de israr bike wê careke din bi hêsanî nikaribe rizgar bibe.