'Her kêliya jiyanê dibe ezmûneke pir mezin'

Gerîla Roza Nûjîn a ji Serdeştê ya Rojhilat e têkildarî jiyana gerîla got: "Gerîlayên azadiyê her kêliyê bi hestên heskirin û parastina erdingariyê dijîn. Eger ev nebe wê çawa ewqas keç û xortên ku dixwazin bi wate bijîn li van çiyan li ber xwe bidin."

Gerîlaya YJA Starê Roza Nûjîn a ji herêma Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê ye ku di sala 2017’ an de li Qendîlê tevlî nava refên gerîla dibe qala jiyana li nava regên geîla û çiyên Kurdistanê dike.

Gerîla Nûjîn bi çanda welatparêziya malbetê mezin dibe û bi heycaneke pir mezin dijî, lê her dema ku mezin dibe û dighêje asta zanabûnê; di nava civaka lê mezin dibe ji bo wê dibe nekokiyek pir mezin. Di hinek mijaran de nabe xwedî bersiv, ji bo wê lêgerîna wê jî ser tevgera azadiyê PKK’ ê pêş dikeve.

Gerîla Roza Nûjîn behsa bandorbûna wê ya ji PKK’ê re çawa pêş ketiye kir û got: “Bandûrbûna min a destpêkê li hember malbeta min bû. Min navê serokatî û gerîla ji dûr ve bihîstibû lê nas nedikir. Tiştên ku mirov bijî û hîs bike cuda ye, malbet bi xwe pir behsa partiyê ji me re dikirin lê min bi xwe nas nedikir. Meraqa min jî li hember tevgera azadiyê û serokatî çêbû. Birayê min pir behsa hevalan dikir lê min bi xwe got, pêwîste ez bijîm û bibînim. Dema ez hatim jî felsefa Rêbertî ji bo min pir cuda bû. Destpêkê dema min hevalan dîtin tişta ku li ser min bandor kir jî şêwaza jiyîna wan, bi sekna wan ku pîvan nêzî hevdu dibûn bû; terzê wan yê jiyanê pir bala min dikşand.

A din jî ew pêşengtiya jin ên di PKK’ ê de bala min pir diçû ser wan. Ji ber ku bi hezaran tevger û serhildan di Kurdistanê de çêbûn, lê her bê encam maye. Lê dema min partî nas kir û min dît ku jin di her qadê de pêşeng in û gavên mezin davêjin, bi deriya ku Serokatî ji me re vekirî ve; li ser min bandorbunekî mezin ava kir.

‘HER KÊLIYA EM DIJÎN DIBIN EZMÛNÊN PIR MEZIN’

Min di malê de difikirî ku di nava partiyê de jî tenê yek ziman heye; lê dema ez hatim û min dît ku bi zimanê Kurdî, Erebî, Farsî, Tirkî û ji her çandeke din di nava partî de heye, ev yek bandorek mezin li min kir. Yanî ne weke ku min difikir bû. Ew hişmeniya ku dibêje yek ziman yek netew. Mînak di PKK de min nedît, ji bo wê jî pir ji min re cuda hat. Ya din jî tiştên ku ez fikrandim, li ser rastiya civaka xwe kûr bûm; ew nêzîkatiyên ku li gorî asta xwe û têkiliya xwe hevaltî dane meşandin, bi taybet di civakê de pir li pêş bû, lê dema min di nava PKK’ ê de nêzîkatiyên hevaltiyê ya bi rêzdayînê jî bi vî rengî dît heskirina min hîna zêde bû. Mînak; pir mirovên ku di civakê de nebûn xwedî hêz û îrade, dema tevlî jî dibin mirovên pir mezin û bi hêz derdikevin. Bi dehan mînakên wiha hene. Ji ber ku bi hatina xwe di nava tevgera PKK de hêza xwe nas kirine, dîroka xwe fêm kirine û wisa bûne fermandarên herî mezin û pêşeng. Dema min bi xwe jî van tiştan hîs kir û jiyan kir, pir bandor li min kir. Dibe ku bandorbûna ku di alî min de pêş ket bi hestiyarî be, lê ez ketim wê û ku her kêliyekê ku em dijîn di bin ezmûnên pir mezin. Heta min ji xwe re ev jî got; min çawa 22 sala di vê civakê de jiyan kir? Ez gihîîtim wê bawariyê ku bê encam bû. Ez bawerim ku her kêliyên ku me jiyan kiriye û em ê jiyan bikin hîna bi heyecane û zêdetir rengilî ye, em ê vê jî bi fikir û felsefa Rêber Apo re bijîn.”

‘ÇIYAYÊN KURDISTANÊ BI RENGÊN JINÊ XWEŞIK E’

Gerîla Nûjîn ji heybetiya çiyayên kurdistanê pir bandor dibe, ew jî weke gerîlayek jin erka ku Rêbertî dide ser milê wan ku çiya biparêzin dibîne, û wiha vedibêje: “Dema em li van çiyayan meyze dikin hîs dikin ku ew çawa me diparêzin, ji bo wê jî pêwîste em jî xweşikbûna wê biparêzin. Weke Serokatî jî dibêje: ‘Jin divê van çiyan biparêze’ ji çiqilekî herî biçûk heta çiyayikê herî bilind pêwîste em heskirina xwe nîşan bidin, lê ev jî bi cewher dibe û derxistina wê jî bi îdilojîk be. Dema tu weke jinekî li van çiyan meyze dike tu dibêje qey bi te re diaxife. Ev yek hê ji di berê de jî tê, hîna dema dayikên me bi xwezayê re diaxifîn û hîs dikrin; min bi xwe jî ev dît û jiyan kir. Pir caran hevalên me di van çiyan de hatine parastin, şer kirine û li berxwedane. Weke ku Serokatî dibêje; ‘Jin di çiyan de rastiya xwe nas dike û ji çiya dûrketin ji rastiya xwe dûr ketine.’Ji bo wê jî em weke jin dema dîroka xwe nas dikin û lêkolîn dikin bi yekbûna ku jin û xweza dide avakirin zêdetir renglî bikin û bi heskirinekî mezin nêz bibin. Zagros ji bo mın cihekî xwe pir girîng heye, heta dema serokatî ji bo çiya nirxandin dike jî bi min re hestên heskirin ji çiya re zêde pêş dikeve. Her gerîlayekî/ê dema heybeta van çiyan dibîne û têde ked dide, ji bo wê dibe meskena ku her têde xebat bike û weteya jiyanê bi xweşikbûnê erdingariya wê bide. Min bi xwe bawer nedikir ku ez zû çiyayê Zagrosê bibînim lê bi hatina min li vê cihê ku mirovahî destpê kiriye; ji bo min şansekî pir mezin bû. Ji bo wê ez her dema ku li van çiyan meyze dikim, keda wan hevalên ku xwîna xwe rijandine tînim bira xwe û soza tolhildana wan didim. Her bi wê heyecanê dijîn û ezê bijîm jî.”

‘NIVÎSANDINA HER ÇÎROKEKÊ NIVÎSANDINA DÎREOKEKÊ YE’

Gerîla Roza Nûjîn qala bîranînên gerîla yên li serê van çiyayan dijîn û di rojnivîskên xwe de dikin para dîrokê dike û got: “Ji bo min nivsandin pir cuda ye, ji ber ku weke dîrokek dimîne. Dema ez vê jî parve dikim her ji min re tê ku ez rastiya xwe dinivsînim, dibe ku her kêliya ku em jiyan dikin dema dinivsînin zehmetî jî dikşînin, lê em dizanin ku wê ji bo hevalên pêşiya me re bimîne û ew bi xwe jî ezmûnek mezin bigrin. Ez bi xwe jî bi zimanê Farsî, Soranî, Kurmancî dinivsînim; pir caran jî ji bo rojên taybet min nivîs nivsandine. Di van rojan de jî hestên xwe vedibêjim.”

Gerîla Nûjîn herî dawî jî li ser êrîşa ku ser gerîla û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin red kir û ev bang kir: “Li hember êrîşa ku niha li ser gel û bi tecrîda giran ku ev çend sal in li ser rêberê me tê meşandin, em dibêjin bila ciwan, gel biçûk û mezin tev rabin ser piyan û tecrîdê vala derxînin. Bi serhildanên xwe, bi hêza xwe êdî bêjin; bes e, ji vê dagirkeriyê re. Keç û xortên ciwan li hember vê tecrîd û êrîşan serî hildin, vê zilma ku li ser civakê çêdibe bi tevlîbûna xwe ya li nava refên gerîla vala derxînin.”