'Her gerîlayek doktorê xwe ye'

Gerîla Viyan Hêvî ku li qadên gerîla doktoriyê dike got, "Em çiqasî biwestin jî kenekî hevrêyên me dihêle ku westandina me biçe. Em di nava gerîla de bi hezkirin kar dikin."

Hevrêyên xwe yên ji rêya dirêj hatibûn bi rûken pêşwazî kir. Bi wan re him wek mêvan, him wek hevrêyekê him jî wek doktorekê eleqedar bû. Di nava gerîla de him gerîlatî him jî doxtorî dikir. Gerîlaya bi navê Viyan Hêvî di sala 2015’an tevlî nava gerîla dibe.

Gerîla Viyan dema ku nexweşên xwe tedawî dike, him bi wan re ji hêla derûnî ve sohbet dike him jî wan derman dike. Di nava sohbeta wan de gerîlaya bi navê Arjîn ji wê pirs dike; “Tevlîbûyîna te ya ji bo gerîla çawa çêbû? Di nava gerîla de doktorî çawa pêş ket, zor û zehmetiyên wê çi ne.’ Gerîla Viyan jî wiha bersiv dide; “Demeke dirêj di nava pergalê de lêgerînên min hebûn. Min pir xebat jî dimeşandin lê min tu carî bersivên lêgerînên xwe nedit. Min xwest ez li ser lingê xwe bisekinim. Dema ku ez nû tevlî bûm min didît ku di nava gerîlayan de pêwîstiya doktoriyê heye. Ji ber ku di nava şer de û şert û mercên çiya de heval birîndar dibin. Ji bo ku em tedawiyê xwe bi xwe bikin û hevrêyên xwe ji şehadetê rizgar bikin, min xwest ez karekî bi vî rengî di nava gerîla de bikim. Bêguman zor û zehmetiyên xwe hene. Lê belê ev zor û zehmetî me hîn zêdetir bi karê me ve dide girêdan. Her ku me hevrêyên xwe bi serkeftî tedawî kir em kêfxweş dibin. Hevrêyên me jî bi awayekî tendirust dîsa tevlî kar û xebatên xwe dibe. Ji bo me ev karê pîroz e. Wekî her karên din.”

GERÎLA BI JIYANA XWEZAYÊ LI DIJÎ NEXWEŞIYAN TÊDIKOŞE

Gerila Viyan di berdewamiya axaftinên xwe de behsa pergala modernîteya kapîtalîst dike ya ku dixwaze di nava civakê de nexweşiyan ava bike û çareseriyan bixitimîne. Gerîla Viyan dibêje “Em îro mêze dikin di nava civakê de kaos û nexweşî di asta lûtkeyê de tên jiyîn. Sedema van nexweşiyan jî pergala modernîteyê bi xwe ye. Îro nexweşiya bi navê Korona mînaka herî berbiçav e. YêN ku ev nexweşî ava kirine, sîstem bi xwe ye lê yê ku nahêle çareserî jî pêş bikeve dîsa ew sîstem e. Ketiye nava xwîna însanan û xwîna însanan dimije. Lê di nava jiyana Rêber Apo de dahûrandina civakê bi berfirehî hatiye kirin. Hedefa me sekinandina li dijî van tiştan e. Bi rêka paradîgmaya Serokatî em dixwazin pêşî li van tiştan bisekinin. Di nava gerîla de jî felsefeya Serokatî ew zanistî ava kiriye ku gerîla pir baş ketiye ferqa wê pergala dagirker. Mînak di nava civakê de girêdayî ruhê însanan ê di nava pêxirtengiyê de pir nexweşiyên ku rû didin di nava gerîla de wek nexweşî nayên nirxandin. Hêza însanan derdikeve pêş. Derûniya gerîlayan di asta jor de aram e. Dikarin li dijî nexweşiyan têkoşînê bikin û ew bi xwe encamekê derxin. Ango bi saya felsefeya Serokatî her gerîlayek dibe doktorê xwe. Carinan birîndariyên di nava şer çêdibin an qeza rûdidin, em hewl didin ku di wan deman de gerîlayan derman bikin, tedawî bikin. Gerîla li dijî nexweşiyan destpêkê ji hêla derûnî ve şerekî dide meşandin û bi vî awayî jî wê nexweşiyê pak dibe.”

Gerîla Viyan di berdewamiya axaftinên xwe de behsa bandora çiya û xwezayê li ser tendirustiya gerîla dike û wiha didomîne; “Di nava gerîlayan de hewayê paqij, avên paqij ên ji lûtkeyên çiya diherikin, dihêle ku gerîla her tim bi tendirust bijî. Her wiha di her demsalê de li çiyayên Kurdistanê tu dikarî ji xwezayê sûdê werbigire. Ango her cure giya şîn dibe. Jiyaneke xwezayî jî bandorê xwe li ser tendirustiya gerîla dike.”

EM BI HEZKIRIN KAR DIKIN

Gerîla Arjîn di nava sohbetê de pirs dike, ka westandina vî karî çiqasî bandorî li ser wan dike. Gerîla Viyan jî bi vî awayî bersiv dide; “Em çiqasî biwestin jî kenekî hevrêyên me dihêle ku westandina me biçe. Em di nava gerîla de bi hezkirin kar dikin. Her karê ku em dikin, em bi kêfxweşiyeke mezin dikin û dixwazin hevrêyên xwe bi vî awayî tedawî bikin. Dibe ku ez niha karê doktoriyê dikim lê ez gerîlayek im û ez her cure karê jiyanê jî dikim. Ji ber ku em hemû karê xwe bi destê xwe dikin. Em bi hezkirineke mezin vî karî dikin da ku em encamên mezin werdigirin.”

Di dawiya sohbetê de ya di navbera her du gerîlayan de, gerîla Viyan dibêje ku; ‘Pêwîst e ciwan li dijî pergala heyî bi zanist şerekî bidin meşandin û nekevin bin bandorê. Divê ciwan tevgera Rêber Apo nas bikin û tevlî nav fikrê Rêber Apo bibin.”

Dîsa bi hezkirin û hevaltî ve rojeke din di nava gerîla de derbas bû. Gerîla Viyan piştî ku mêvanên xwe şand, çenteyê xwe yê tendirustiyê kom kir û bi tevî çeka xwe berê xwe da cihekî din ê gerîlayan. Da ku xizmeteke mezintir ji hevrêyên xwe re bike.