Hêmin Mamend: Siberojeke tarî li pêşiya malbata Barzaniyan e

Rojnamevan û çalakvan Hêmin Mamend got: “Dijmin û dagirkeran malbata Barzaniyan erkdar kiriye ku doza gelê Kurd a rewa kirêt bikin û ji nav bibin.”

Hêzên asayişê yên Hewlêrê şeva 24’ê Adara 2020’an bi ser mala rojnamevan û çalakvan Hêmin Mamend de girt û bêyî belge û biryareke dadgehê ew destgîr kirin û revandin. Tevî hemû fişaran heta 7’ê Nîsana 2020’an di zîndanê de hate ragirtin. Hêmin Mamend yek ji wan rojnamevanên naskirî yên Hewlêr û Kurdistanê ye. Salên borî çend caran ji hêla hêzên asayişê ve hatibû destgîrkirin yan jî fişar lê dihate kirin. Desthilata PDK’yê ji parêzgarê Hewlêrê heta polîsên Hewlêrê û ji wan jî heta Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ketin pey reşkirina Hêmin Mamend çima ku wî li derveyî desthilata wan xebat dikir.

Hêmin Mamend li ser rewşa azadiya fikirî û rewşa rojnamevan û çalakvanan li deverên bin desthilata PDK’yê, her wiha li ser wê îşkence û zilma ku ji hêla PDK’yê ve li wan tê kirin û li ser gelek mijarên din ji ANF’yê re axivî.

‘JI BER DAGIRKIRINA HEWLÊRÊ EZ HATIM NEÇARKIRIN KU HEWLÊRÊ TERK BIKIM’

Rojnamevan û çalakvan Hêmin Mamend ji ber rewşa siyasî ya Hewlêrê û ji ber dagirkeriya Tirkiyeyê hatiye neçarkirin ku Hewlêrê terk bike. Mamend têkildarî vê yekê wiha got: “Ez ji Hewlêrê me, pêşiyên min ji Hewlêrê ne. Lê belê çar sal in ji ber rewşa siyasî û ji ber dagirkirina Hewlêrê ji hêla malbata Barzaniyan û dewleta Tirk a dagirker ve ez li Silêmaniyê dijîm, ez hatim neçarkirin ku ez Hewlêrê terk bikim. Gelek caran ji hêla malbata Barzaniyan û hevkarên wan ve gef li min hatin xwarin û gelek caran ez hatim destgîrkirin. Di sala 2017’an de ji hêla hêzeke asayişê ya PDK’yê ve ez hatim revandin û di sala 2019’an de li ser giliyê birazayê Nêçîrvan Barzanî Metîn Barzanî ez heta hefteyekê hatim destgîrkirin û piştre di vê dosyeyê de bi awayekî xiyabî du sal ceza li min hate birîn.”

Mamend amaje bi binpêkirinên malbata Barzaniyan kir û wiha domand: “Di sala 2020’an de ez nêzîkî du mehan di zîndana PDK’yê de mam. Min dozdeh dosye hene ku ji hêla Mesrûr Barzanî bi xwe ve û ji hêla dozgeriyê giştî ya Hewlêrê ve li ser min hatine vekirin. Du dosyeyên min bi encam bûne û di xiyaba min de çar sal ceza li min birîne. Her wiha cezayeke madî ya zêde dane min. Pênc hevalên min ên fermanber û parêzer ku bûne kefîlê dosyeyên min, li wan jî gelek zilm hate kirin. Çara sal in ez nikarim vegerim Hewlêrê ku bajarê bav û bapîrên min e, bajarê bîranînên min e.”

‘WEKÎ BAJAREKÎ TIRK LI HEWLÊR Û BEHDÎNANÊ DINÊRIN’

Mamend behsa hovîtî û destgîrkirinên PDK’yê kir û ev tişt li gotinên xwe zêde kirin: “Di sala 2020’an de saet di nehê şevê de bi hêzeke zêde bi ser mala min de girtin, wê demê ez heta 10 rojan hatim destgîrkirin. Piştî serbestberdana min, min di hevpeyvînekê xwe de tekez kir ku ez ê berxwedana xwe ya li dijî bêedaletî û zilmê bidomînim. Li pey wê hevdîtina min tenê piştî 25 saetan hêzeke PDK û mala Barzaniyan bi ser mala min de girt. Li gorî biryara Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê  ‘çênabe ku piştî rojavabûnê bi ser mala tometbaran de bê girtin.’ Ew yek hêrgiz ji bîra min naçe, gava ku bi ser mala min de girtin, îşkence li dayika min kirin, desta dayika min êşiya. Heta niha jî êşa destê dayika min dewam dike. Niha jî ji ber dagirkirina bajarê xwe ez nikarim vegerim. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker wek bajarekî Tirk li Hewlêr û Behdînanê dinêre.”

‘MALBATA BARZANIYAN BÛYE RÊNÎŞANDERÊ DIJMINAN’

Mamend li ser hevkariya malbata Barzaniyan a bi dijminên gelê Kurd re nirxandin kirin û got: “Her kes dizane ku malbata Barzaniyan malbateke eşîrî ye, baweriya wan bi demokrasî û rêgezên azadiyê tune ye. Malbata Barzaniyan bi dirêjahiya dîrokê ji ber ku dijmin ew danîne, bi xweferzkirinê hatine ser desthilatdariyê. Dijmin û dagirkeran malbata Barzaniyan erkdar kiriye ku doza gelê Kurd a rewa kirêt bikin û ji nav bibin. Her çend hin rêgezên eşîrên Kurdan ên xweşik hebin jî, lê belê malbata Barzaniyan guh nadin tu rêgezekê. Ji ber ku dîktator in. Tekane erka wan cîbicîkirina erkên dijiminan e.”

‘MALBATA BARZANIYAN BI SEDAN ÇALAKVAN Û KESAYET ŞEHÎD KIRINE’

Hêmin Mamend di berdewamiya axaftina xwe de da xuyakirin ku malbata Barzaniyan bi sedan çalakvanên sivîl şehîd kirine û wiha pê de çû: “Malbata Barzaniyan bi dirêjahiya dîrokê dehan komkujî çêkirine. Bo nimûne şehîdkirina Faxîr Mêrgesorî û malbata Hemed Axa. Her wiha şehîdkirina xebatkarên Kovara Welatê di sala 1997’an de. Heta niha jî termên pîroz ên van şehîdan winda ne.”

‘SIBEROJEKE TARÎ LI PÊŞIYA MALBATA BARZANIYAN E’

Rojnamevan Hêmin Mamend da zanîn ku malbata Barzaniyan fişarên giran li azadîxwazan dike û wiha got: “Cihê kêfxweşiyê ye ku niha çalakvanên Ewropayê yên wekî Mekî Amêdî û Qadir Nadir û hin hevalên din dosyeyeke gelek baş amade kirine ku 332 rûpel e. Di vê dosyeyê de 25 gilî hene ku li dadgehên Amerîkayê li ser malbata Barzaniyan hatine tomarkirin. Van giliyan malbata Barzaniyan xistiye nav fikaran. Ji ber ku dizanin ku siberojeke tarî li pêşiya wan e, ew êdî nikarin dengê azadiyê bêdeng bikin.”

‘MESRÛR BARZANÎ TERORÎST E’

Mamend diyar kir ku Mesrûr Barzanî terorîst e û destê wî di kuştina rojnamevanan de heye û wiha domand: “Çend roj berî niha min li gel hevalê xwe Şêrwan Şêrwanî xeber da, bi moral û kêfxweşî xeber dida. Di nav axaftina xwe de behsa wê yekê kir ku Mesrûr Barzanî terorîst e. Belê, Mesrûr Barzanî terorîst e û tawanbar e bi kuştina heval û hevpîşeyê min Serdeşt Osman.”

‘DEZGEHA PARASTINÊ DI XIZMETA DAGIRKERÛ MALBATA BARZANIYAN DE YE’

Mamend li ser wan binpêkirinên ku dezgeha Parastinê dike, axivî û got: “Me pêşbînî dikir ku ev kabîne dê bibe kabîneyeke polîsî û ew azadî û hêviya kêm ku heye, dê nemîne. Ji ber ku Mesrûr Barzanî kurê Mesûd Barzanî ye û baweriya wan bi azadiyê nîn e. Mesrûr Barzanî ji dezgeha Parastinê hatiye ku ev dezgeh dezgeheke hîzbî ye û bi tu awayî di xizmeta Kurdistanê de nebûye, berevajî di xizmeta dagirker û malbata Barzaniyan de bûye.”

‘LI SÎNORÊN DESTHILATDARIYA MALBATA BARZANIYAN TU AZADIYEK NEMAYE’

Mamend amaje bi wan raporên navneteweyî kir ku behsa nemana azadiyê dikin û wiha domand: “Me pêşbînî dikir ku eger Mesrûr Barzanî bê ser desthilatdariyê, wê demê dengê azadiyê namîne. Mixabin wisa jî derket. Niha li gorî rapora Amnesty International, rapora Wezareta Derve ya Amerîkayê û rapora Metro Centerê û li gorî dehan raporên din di vê kabîneyê de azadiya fikirî û azadiya karê rojnamevaniyê vegeriyaye xala sifirê û Hewlêr û Behdînan cihekî ne aram e ji bo rojnamevanan.

‘EM Ê JI BO JINAVBIRINA DAGIRKERAN BIXEBITIN’

Mamend di dawiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: “Zîndan her tim cihê leheng û cihê wan hemû kesan bûye ku xweşik difikirin. Bê guman hevalên min dê bi serbilindî û bi ezmûneke nû û bi berxwedaneke nûjentir ji zîndanan derdikevin û ji bo jinavbirina dagirkeran dixebitin. Dawiya dawî dê azadî bi ser bikeve.”