Hemed Bişar: Em ê şopdarê têkoşîna şehîdên xwe bin

Rêveberê Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Hemed Bişar destnîşan kir ku, Menal Merdîn ji ber têkoşerekî dilsoz bû, bû hedef û got, “Em ê şopdarê têkoşîna şehîdên xwe bin.”

Li bajarokê Til Izêr ê Şengalê di 2'ê Çileyê de şoreşger Menal Merdîn di encama êrîşeke bê bext de hate şehîdxistin. Yek ji rêveberên Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Hemed Bişar ku ji nêz ve bi şoreşger Menal Mêrdîn re hevrêtî kiriye diyar kir ku, Menal Merdîn ji ber têkoşerekî dilsoz bû hate hedefgirtin.

Bişar di şexsê şehîd Menal Merdîn de tevahî şehîdên şoreşê bi bîr anî û got, “Êrîşên qirêj ên dijîmirovî duh jî hebû îro jî dewam dikin. Li dijî civaka me bi hezaran sale êrîşên bi vî rengî pêk tên. Mînaka wê jî 3`ê Tebaxa 2014`an li ber çavan e.”

‘TU CAR DEV JI TÊKOŞÎNA XWE BERNEDA’

Bişar destnîşan kir ku, armanca hedefgirtina şoreşgerên pêşeng ev e ku civakê bê pêşeng bihêle û wiha axivî, “Dixwazin civak ji hebûn û rastiyê dûr bixin û her dem muhtacê desthilatdariyê bikin. Ji ber wê hevrêyên me yên pêşeng dikin hedef û êrîşî wan dikin. Hevrê Menal hemû salên xwe ji bo têkoşîna azadiyê feda kiribû. Tevî ku 20 sal di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de ma jî, dev ji têkoşîna xwe berneda. Hevrê Menal li Şengalê xwest tecrûbeyên xwe bi gelê Êzidî re parve bike û civakê zane bike. Her wiha hewl dida êşa civaka Êzidî bi raya giştî re parve bike.”

‘EM Ê ŞOPDARÊ ŞEHÎDÊN XWE BIN’

Bişar di dawiyê de anî ziman ku, ew ê şopdarê têkoşîna şehîd Menal Merdîn bin û got, “Her şehîdek ji bo me fikrek û felsefeyek e. Hevrê Menal jî ji bo me wê bibe xeta têkoşîn û serkeftinê. Hevrê Menal bi hemû hêza xwe alîkarî da gelê Êzidî yên ku vedigerin Şengalê. Bi taybet li Tilzêr kedeke wî ya bêhempa heye. Di şexsê hevrê Menal de em cardin tevahî şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Em ê şopdarê rêya wan bin.”