Hem gerîla, hem jî fermandarekî hoste bû: Ronî Mûnzûr

Ji bo doktrîna şer, zanistiya şer bi  pêş bixe, ji bo berxwedana gerîla geş bike, di her pêvajoyê de erk û berpirsyariyên xwe pêk anîn. Ew him gerîlayê Dersimê bû him fermandarekî hosteyê şer û him jî hevrêyê Atakan Mahîr bû.

Mahmût Laçîn bi nasnav Ronî Mûnzûr, sala 1981'ê li Patnos a Agiriyê ji dayik bû. Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîl tê girtin, ew dibistanê diterikîne. Li Rûsyayê biryarê dide ku tevlî nava refên têkoşînê bibe û beşdarî gerîla dibe. Li çiyayên Kurdistanê di nava refên gerîla de fermandariyê dike. Li herêmên Zap, Kelareş û seranserê Kurdistanê gerîlatiyê dike, hewl dide doktrîna şer û zanistiyê bi pêş bixe. Ji Başûrê Kurdistanê heta Dersim û Erzîromê, rêwîtî û serpêhatiyeke wî heye. Ronî Mûnzûr, di nav tekoşîna gerîla de bi sedan şervan perwerde kir û piştre dest bi rêwîtîya Dersimê kir. Di wê rêwîtiyê d hevrêyê Atakan Mahîr bû.

'BI SEDAN ŞERVAN PERWERDE KIR'

Mahmût Laçîn dema ku vegeriya Kurdistanê armanceke mezin danîbû pêşiya xwe. Ji bo rastiya şer, rastiya li Kurdistanê bê naskirin, bê hesab xwêdan rijand û kedeke bê sînor raber kir. Li çiyayên Kurdistanê, şer û berxwedana gerîla divê çawa bibe, li hember dagirkirinê hunera gerîla afirandin. Taktîk û rêbazên gerîlatiyê fêr kir. Ronî Mûnzûr ku mîna her Kurdî dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd qebûl nekir, rêka têkoşînê bi hevrêyên xwe re diyar kir. Hosteya şer û hosteya doktrîna şer bû. Ronî Mûnzûr ango Mahmut Laçin, di nav refên gerîla de xwedî afirênerî, danheveke mezin bû. Bi sedan şervan li ser hîmê berxwedanê û li ser kevneşopiya pêngava 15'ê Tebaxê perwerde kirin.

'BI HEV RE DEST BI RÊKA DIRÊJ KIRIN'

Ronî Mûnzûr li ser wateya gelê Kurd û dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd gelekî kûr bû ev komplo û ev metirsiya li ser civakê û gelên herêmê kifş kiribû. Çawa ku Atakan Mahîr li ser axa Dersimê û weke ku di nav dîrokê de derbas dibe, rêwitiya xwe bihost bi bihost pênase dikir. Ronî Mûnzûr jî bi vê rêwitiya xwe û bi hevalên xwe re vedigeriya cewherê xwe û vedigeriya ser axa Kurdistanê. Atakan Mahîr çawa ku dest ji metrepolan berdida û  bajarên pergalê re biyanîtîyek hîs dikir, Ronî Mûnzûr jî, ji Rûsyayê heya Kurdistanê, dest bi rêwitiya azadiyê kir. Bi kurtasî armanca wan û hêviyên wan ên azadiyê yek bû. Atakan Mahîr, ji bo bikaribe derbasî herêma Dersimê bibe, Ronî Mûnzûr jî bi daxwaza xwe û bi hev re dest bi rêwitiya rêka dirêj kirin. 

'DI 11'Ê TEBAXÊ DE BI HEV RE ŞEHÎD BÛN'

Li ser axa Kurdistanê mirov çi navî lê dike, bila lê bike. Hemî rêk, hemî daxwaz û hemî berxwedan ji bo çanda hezar salan a gelê Kurdistanê û ji bo rastiya Kurd û neteweya Kurdistanê ye. Her gerîla, her şervan û her fermandarê ku li çiyayên bilind şer dikin û li ber xwe didin, xwediyê armanceke dirokî û daxwaza wan ya serketinê ye. Ronî Mûnzûr û Atakan Mahir jî pêşeng û şagirtên Rêberê Gelê Kurd bûn. Ji bo civaka Kurd û gelê Kurd azadiya xwe bi dest bixe, her du şoreşgeran, di oxira vê rêwitiyê de canê xwe û giyana xwe feda kirin. Di 11'ê Tebaxa 2018'an de li herêma Dersimê û li hember artêşa Tirk şer dikin û bi lehengî şehid dikevin.