Helwesta PDK'ê xizmetê ji Tirkiye û DAIŞ'ê re dike

Şervanên enternasyonalîst nerazîbûn nîşanî PDK'ê dan, ku şervanên entenasyonalîst ên li dijî DAIŞ'ê şer dikin girtî ye. Şervanan gotin, "Helwesta PDK'ê xizmetê ji Tirkiye û DAIŞ'ê re dike.

Hevalên şervanên enternasyonalîst ên ji aliyê PDK'ê ve hatine girtin, hewl didin vê helwestê fêhm bikin. Li gorî wan, ev helwesta li dijî kesên li Rojava li dijî DAIŞ'ê şer dikin û bi vî awayî ji bo Kurdan û mirovahiyê karekî baş dikin tê nîşandan, xizmeta ji bo Tirkiye û DAIŞ'ê ye.

Şervanên enternasyonalîst ên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê di nava YPG'ê de li dijî DAIŞ'ê şerekî bê eman dikin, dixwazin 6 hevalên wan ên ji aliyê PDK'ê ve hatine girtin tavilê bên berdan. Enternasyonalîstan nerazîbûn nîşanî helwesta dijminane ya PDK'ê ya li dijî kesên li cem Kurdan şer dikin, nîşan dan û bal kişandin ser dijberiya Tirkiyeyê ya li Şoreşa Rojava.

Şervanên enternasyonalîst Callûn Ross, Ozkan Ozdîl, Fernando Grassa, Jûstîn Schnepp, Damîen Rodrîgûez û Anthony Delgatto, hefteya derbasbûyî dema hewl didan ji Başûrê Kurdistanê biçin welatê xwe, ji aliyê PDK'ê ve hatibûn girtin. Nayê zanîn ku ev şervanên enternasyonalîst niha li ku derê tên girtin. PDK'ê deh rojan ti daxuyanî neda û piştre îdîa kir ku nehatine binçavkirin. Lê belê nûnerên Rojava yên li Başûrê Kurdistanê baş pê zanin ku şervan ji aliyê PDK'ê ve hatine girtin. Çend ji şervanên enternasyonalîst ên ku di destpêka hefteyê de li Kobanê der barê mijarê de daxuyaniyek dan çapemeniyê, ji ANF'ê re axivîn.

'TENÊ ALÎKARÎ DAN KURDAN'

Baz ê ji Belçîkayê anî ziman, hevalên wan ên ku demeke dirêj malbatên xwe nedîtin, hewl dan vegeriyan welatê xwe, lê ji aliyê PDK'ê ve hatin girtin. Baz diyar kir, zerara wan li kesî nebû, tenê xwestine li dijî DAIŞ'ê şer bikin û şer kirine. Baz destnîşan kir, girtina şervanên alîkariyê didin Kurdan, ji bilî xizmeta ji dewleta Tirk nayê ti wateyê û got, "Dewleta Tirk û PDK, ku xwe ji şerê dijî DAIŞ'ê vedigirin, ditirsin ku modela Rojava li gelemperiya Rojhilata Navîn belav bibe. Ji ber vê yekê, bi çavekî dijminane li kesên li dijî DAIŞ'ê şer dikin, dinerin."

EV YEK ŞERMA PDK A 'KURD' E

Mîchael Hogîn ê Amerîkî got, "Ev rewş şerma PDK a 'Kurd' e" û anî ziman, PDK a ku divê li dijî heman dijminî şer bike, bi vê helwesta xwe re xizmetê ji dijmin re dike. Hogîn xwest, hevalên wan bên berdan û wiha dewam kir: "Ji ber em li vê derê li dijî DAIŞ'ê dikin û bi vî awayî ji bo Kurdan û mirovahiyê karekî baş dikin. Weke şervanên enternasyonalîst, em ne tenê ji bo Rojava hatin. Em amade ne li temamiya Kurdistanê li dijî DAIŞ'ê şer bikin. Yanî dijminê me hevpar e. Divê bi vî rengî nêzîk bibe û dest ji vê helwesta xwe berde."

TI AGAHÎ NAYÊ GIRTIN

Stefan Borkûm ê ji Îngilîstanê diyar kir, der barê rewşa hevalên wan ên hatine girtin de ti agahî li ber destê wan nîne, nikarin agahiyan bigirin û destnîşan kir, ku PDK li dijî berjewendiyên gelê Kurd xizmetê ji DAIŞ'ê re dike. Borkûm got, "Hin kes hene, ji hebÛna DAIŞ'ê kêfxweş in. Ev pêkanînên PDK'ê, daxwaza dewleta Tirk e. Dewleta Tirk dixwaze, PDK jî bi cih tîne."

En Nesîn ê ji Îngilîstanê jî ragihand, hevalên wan ên di rêya vegerê de hatine girtin, ji bilî DAIŞ'ê zerar nedane kesî û got, "Divê mirov cudahiya ji hev a siyasÎ deynin aliyekî û li dijî DAIŞ'ê şer bikin. Banga min li sazî û civaka navneteweyî ew e; bike ku hevalên me bên berdan."