Helîkopteran bombe li gundên Bradostê barandin

Rejîma Tirk bi helîkopteran bombe li gelek gundên Herêma Bradost a Başûrê Kurdistanê barandin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, rejîma Tirk bi helîkopteran bombe li gundên Xelyan û Sinar a Bradostê barandin.

Rojnewsê ragihand ku leşkerên Tirk bi doşkayê êrîş bire ser nûçegihanên li herêmê bûyer dişopandin barandin.

Piştî bomberdûmanê li herêmê şewat derket.

Rejîma Tirk roja 27'ê Gulanê li dijî Başûrê Kurditanê êrîşên dagirkeriyê da destpê kirin.

Ji destpêka êrîşên dagirkeriyê re dewleta Tirk a dagirker bi awayekî sistematîk jîngehên sivîlan dike hedef. Di êrîşên hewayî de gelek sivîl hatin kuştin û birîndar bûn. Li aliyê din zirareke mezin gihişte wesayît, bax û baxçeyên welatiyên sivîl.

Şevê din saet 00:10'an balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombeli derdora wargeha Mexmûrê barandin. Di bombeberanê de 2 sivîl birîndar bûn.

Roja Pêncşemê jî balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li gundê Spîndar ê navçeya Amedî ya Dihokê barandibûn. Di êrîşê de 3 sivîl birîndar bûbûn.