Hejmara qurbaniyên erdhejê zêde dibe -NÛ BÛ

Hejmara mirovên di erdheja Silêmanî de jiyana xwe ji dest dane zêde dibe. Hat ragihandin ku li Kirmanşanê 207 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdeyî 1700 kes birîndar bûne.

Hejmara mirovên di erdheja 7.3 pileyî de, ku li nava sînorê eyaleta Silêmanî rû da zêde dibe.

Hat ragihandin ku li Kirmanşanê 207 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdeyî 1700 kes birîndar bûne.

Bi taybetî li bajarê Qasri Şîrînê xisareke mezin çêbûye.

Wekî din yekane nexweşaneya bajarê Serpol Zehapê jî xera bûye û elektrîk qut bûye.

HELEBÇE DÎSA HEJIYA

Piştî erdheja duh êvarê ya li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, îro ber destê sibehê li Helebçeyê erd hejiya.

Tê gotin, piştî erdheja mezin a duh wê heta 5 rojan erdhejên paşhatî rû bidin.